- Di filmê de McCay bi hevalên xwe re dikeve şertekî û dibêje, di nav mehekê de ez ê van dîmenan (4 hezar xêz) livdar bikim, lê hevalên wî jê bawer nakin. Lê di dawiya filmê de em dibînin ku xêzên McCay hemû livdar bûne û ev yek hevalên wî matmayî dihêle.
ARDÎN DÎREN
Beriya studyoyên Walt Disney, Pixar û Ghibli ku li dinyayê studyoyên anîmasyonê yên herî navdar in, anîmasyon wek formeke hunerî nedihat nirxandin û kesî karê anîmasyonê ciddî nedidît. Salên dirêj dîmenên bi tevger ango anîmasyonî, tenê ji bo kêfa zarokan bînin hatin bikaranîn yan jî ji bo şahiyê. Lê karên destpêkê yên anîmasyonî hinohino siberoja sînemayê jî diyar dikirin. Di destpêkê de îcadên piçûk yên ku pirtûkên xêzan bi tevger dikirin ji hin xêzkaran re bû îlham û her ku çû, wan ev îcad bi pêş xistin. Xasma jî dawiya sedsala 19’an û despêka sedsala 20’an hin çêkerên anîmasyonê bi afirîneriya xwe bûn pêşeng û hêviyên sînemayê. Heger îro anîmasyon û sînema weke formeke hunerî tê nirxandin bi saya serê van pêşangan e. Em ji van pêşengan çend kesan nas bikin.
Eadweard J. Muybridge (1830-1904)
Wênegirê Ingilîz Eadward J. Muybridge, bi dîmenan hin tiştên nû ceribandin û herî dawî dîmenên livdar girtin û li ser dîskekê qeyd kirin. Van dîmenên wî yên livdar bi xwe re bingehê sînemayê jî ava kir. Wê demê Waliyê Kalifornayê bawer nedikir ku ew wêneyên hespekî ku çargavî dibeze girtiye, ew bi vê îcada nû qeneh nedibû. Ji ber ku heya wê gavê, kesî tiştekî wisa bi çavên seriyan nedîtibû û nedixwest zû bi zû jê bawer bike. Lê Muybridge ev pirs ji xwe dikir, “Gava hespek bi çargavî dibeze, her çar lingê wî jî di heman demê de li hewa dimînin an na?” Muybridge ji bo karên anîmasyonî bi pêş bixe û wêneyan bigire, kameraya wek çifteyê ango wek çekê îcad kiribû û bi kameraya xwe di derbekê de li dû hev 12 wêne digirtin. Ew bi wêne û dîmenên xwe hespên ku bi çargavî dibezin qeyd kir û ev dîmenên wî yên livdar bûn destpêka dîmenên livdar.
Muybridge, tenê wêne nedigirtin, wî makîneyeke bi navê “Zoopraxiscope” jî îcad kir û dîmenên xwe yên livdar bi saya vê makîneyê dida temaşekirin. Vê makîneya wî wek projektorekê kar dikir û bingehê projektorên sînemayê jî amade dikir. Sala 1893’yan wî dîskeke bi navê “phenakistoscope” bi kar anî û dîmenên anîmasyonî li ser vê dîskê qeyd kirin.
J. Stuart Blackton (1875-1914)
James Stuart Blackton, yek ji avakarê studyoya “Vitagraph Studios” e. Sala 1898’an bi teknîka stop-motionê filmekî bi navê “The Humpty Dumpty Circus” çêkir. Cara ewilî Blackton ev teknîk bi kar anî û bi pêş xist. Bi şirîkê xwe Albert E. Smith re li sîrkê akrobat û ajal bi kar anîn û ji bo sêhr û îluzyonê jî ji lîstikvaniya keça xwe sûd wergirt û bi stop-motionê filmên kurt çêkirin.
Blackton sala 1890’î di filma xwe ya bi navê “The Enchanted Drawing” de teknîka stop-motionê bi xêzên bi destan re kire yek û her du teknîk bi hev re bi kar anîn. Blackton di filmê de wek serlîstikvan cih digire, rûyekî karîkaturî, şewqeyeke gilover, şûşeyeke şerabê, îskanek û puroyekê xêz dike. Tiştên ku bi destan tên xêz kirin, li ber çavên temaşevanan ji nav kaxizê diherikin û rûyê li hember temaşevanan jîndar dibe. Ev xêzên efsûnî û wêneyên livdar wek sekansên pêşî yên anîmasyonê tên qebûlkirin.
Émile Cohl (1857-1938)
Hunermendê Fransî Émile Chol wek “bavê xêzefilman” jî tê naskirin. Sedsala 19’an li Parîsê di nav komên bohem de cih digire û bi xêzeromanên xwe tê naskirin. Xwedî şêweyekî resen bû. Li gorî dîrokzanên sînemayê, gava ku ew rojekê li kolanan dimeşe çav bi afîşekê dikeve û dibêje, ev xêzên min in û ji min dizîne. Bi hêrs berê xwe dide studyoya Gaumont û bi midûrê wê re şer dike. Piştî şer, wî wek senaryonivîs digirin kar û bi vî awayî dest bi karên anîmasyonê dike. Ew tenê nanivîse, di heman demê de filmên nû jî çêdike.
Sala 1908’an filma anîmasyonî ya li gor wê demî herî bi rêk û pêk a bi navê “Fantasmagorie” çêdike. Chol ji bo vê filmê qederê 700 xêzî çêkirine. Ev xêzên wî zêdetir mîzahî bûn. Bi van xêzan karekterên wî diguherin û li gelek cihan dîmenên bi sêhr bi kar anîne. Bi tebeşîr û depreşekê xêzên anîmasyonî çêkirine û ev xêzên wî balkêş in.
Winsor McCay (1867-1934)
Winsor McCay jî bêhtir bi xêzeromana xwe ya “Little Nemo” tê naskirin. Ji Emerîkayê ye û anîmatorekî navdar e. Di heman demê de karîkatûran jî çêdike. Ew bêhtir bi pirtûkên Flip ên karîkatûrî dest bi karê anîmasyonê dike. Wî dixwest van karîkatûran livdar bike. Piştî ceribandinên cûr bi cûr, di navbera salên 1911 û 1921’an de wî qederê 10 filmên anîmasyonî çêkirin.
Ji bo filma xwe ya “Little Nemo” li ser kaxizên ji birinc karekterên xwe yên xêzeromanê ji nû ve çêkirin. Ji bo vê filmê bi qasî 4.000 xêzan çêkirin. McCay bi hevalên xwe re dikeve şertekî û dibêje, di nav mehekê de ez ê van dîmenan livdar bikim, lê hevalên wî jê bawer nakin. Lê di dawiya filmê de em dibînin ku xêzên McCay hemû livdar bûne û ev yek hevalên wî matmayî dihêle.
Lotte Reiniger (1899-1981)
Lotte Reiniger sala 1899’an li Elmanya çêbûye. Di destpêkê de bi bûkikan ango bûklaniyan dest bi karê anîmasyonê kir. Ji bo malbat û hevalên xwe nîşandanên taybet çêdikirin. Demekê bi kaxizan filmên piçûk ên anîmasyonî jî çêkirin. Piştî van filmên piçûk, wê ji karê anîmasyonî pirr hez kir û careke din qet dev jî vî karî berneda. Sala 1926’an ji ber “Çîrokên Hezar û Yek Şevê” filma “Serhatiyên Prens Ahmed” çêkir. Reiniger wek yekemîn derhênera jin a ku filmeke metrajdirêj a anîmasyonî çêkiriye, tê zanîn.
Reiniger, wek pêşenga anîmasyonên ji kaxiz jî tê naskirin. Wê bi kaxiz û sîtavan gelek ceribandin kirin û film çêkirin. Piştî ku çîroka xwe temam kir, karekterên xwe wek kaxiz amade kirin û ev kaxiz livdar kirin. Tevgerên karekterên xwe hemû, yek bi yek bi destê xwe çêkirin û ji bûklaniyên zarokatiya xwe jî gelek sûd wergirt.
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji Berlînê bar dike Ingilîstanê û li wir bi cih dibe. Filmên “Thumbelina” , “Cinderella” û “Sleeping Beauty” filmên wê yên herî navdar in. Reiniger bi qasî 40 filmên anîmasyonî çêkirin. Anîmasyonên wê bêhtir ji ber çîrokan hatibûn girtin.