Pêşangeha Mûsa Anter û Doza 49’an

În 22 Cotmeh 2021 - 23:36

  • Metal Kolektîf ku bi ji alî jinan ve hatiye avakirin, pêşengeha xwe ya duyem a li ser jiyana Mûsa Anter, li Şanoya Bajêr a Amedê vekir. 

Metal Kolektîf ku bi ji alî jinan ve hatiye avakirin, pêşengeha xwe ya duyem a li ser jiyana Mûsa Anter, li Şanoya Bajêr a Amedê vekir. Endamê Metal Kolektîfê Hediye Yaşar got ku ew bi vê pêşangehê dixwazin bîreke civakî ava bikin û ji ber vê yekê ew Mûsa Anter û “Doza 49” an ya ku tê de nivîskarên Kurd hatibûn dadgehkirin ji xwe re wek mijar hilbijartine. Yaşar got, “Em bi vê pêşangehê armanc dikin ku li hember tiştên qewimîne empatiyê pêş bixin.” 

Metal Kolektîf di sala 2018’an de ji hêla komek jinan hat avakirin. Heya niha gelek xebatên din jî meşandine û bi navê “Jin û Koçberî” pêşangehek vekirine. Ew bi xebatên wêne, peyker û kargehên hunerê pirsgirêkên civakî tînin rojevê û dixwazin ji bo civakê bîrekê ava bikin.  

Di nav odeyê de 49 peyeker hene

Di pêşangeha Metal Kolektîf de tablo, peyker û fîgûrên zarokan ji heriyê çêkirine, hatin nîşandan. Berhemên li ser “Doza 49”an jî behsa salên 1960’î dike û balê dikişe ser nivîskarên di vê dozê de hatibûn dadgehkirin. Ji bo vê dozê taswîr bikin ew odeyeke tarî jî çêkirine û di nav vê odeyê de 49 peyeker hene. Ew dixwazin bi vê odeya tarî mirov bi bûyerên wî wextî re rû bi rû bimînin û empatiyê bikin.

Tiştên me aciz dikin hene

Hediye Yaşar got ku ew di civaka kolektîfê de bêhtir fikr û raman derdixin pêş û ji gelek pîşeyên cihê jî endamên wan hene. Yaşar got, “Carê endamên me zêde dibin û carê jî kêm dibin. Nihêrîna me ya sereke ewe ku em mirovan ber bi niqaşa hunerî ve bikişînin û bikin ku li hin tiştan bihizirin. Di nav civakê de hin tiştên ku me aciz dikin hene. Em van tiştan herî baş bi riya hunerê dikarin rave bikin. Em gelek salan bêdeng man lê em niha dixwazin qêrîna me bigihîje gelek kesan.”
 
Em rastiyê ji bîr dikin

Yaşar behsa odeya tarî ya pêşangehê jî dike û dibêje me ev ode ji bo 100 saliya Mûsa Anter çêkiriye. Her wiha ew bi vê odeya tarî dixawizin rewşa girtiyên “Doza 49”an jî were hîskirin. Pêşangeha Metal Kolektîfê dê heya 26’ê Cotmehê li Şanoya Bajêr a Amedê vekirî be.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.