- Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya li bajarê Qamişlo bi tevlîbûna bi dehan şênî, rewşenbîr û endamên saziyên sivîl di roja duyemîn de dewam kir.
Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya li bajarê Qamişlo bi tevlîbûna bi dehan şênî, rewşenbîr û endamên saziyên sivîl di roja duyemîn de dewam kir.
Bi boneya 15`ê Gulanê (Roja Zimanê Kurdî) Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê pêr li Hola Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a Qamişlo Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Rojava ya Yekemîn vekir. Li pêşangehê zêdetirî 10 hezar pirtûk hatin nîşandan û armanca pêşangehê ew e ku berhemên wêjeyî yên nivîskarên Kurd werin pêşkêşkirin û bigihêjin ber destê nifşên nû.
Dîwana Wêjeyê, Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd ên Sûriyê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û zêdetirî 15 weşanxaneyên li Rojava beşdarî pêşangehê bûn.
Bi dehan welatî, rewşenbîr, endamên Saziyên Sivîl ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çûn serdana pêşangehê.
Hêjayî bibîrxistinê ku pêşangeh dê îro bi dawî dibe.
Doh li Hola Mihemed Şêxo ya Çand û Huner filma bi navê “Rûpela Sor” hat nîşandan û îro jî semînerek bi navê “Ji bo Zimanê Kurdî” û şahiya îmzekirina gelek pirtûkên nû tê lidarxistin.
ANHA/QAMIŞLO