Pêşanga şoreş û hunerê nehat jibîrkirin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 13 Gulan 2024 - 00:57

Bi minasebeta 32’yemîn salvegera şahadeta şehîd Mizgîn, TEV-ÇAND û Tevgera Hîlala Zêrîn a Jinê li bajarê Qamişlo li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo merasîma bîranînê li dar xist. Di merasîmê de hunermend, nivîskar, rewşenbîr, endamên saziyan û gelek kes beşdar bûn.

Di merasîmê de hunermend Delîl Mîrsaz axivî. Mîrsaz di axaftina xwe de diyar kir ku heyva Gulanê dilê şoreşê ye. Mîrsaz bal kişand ser kesayeta şehîd Mizgîn û diyar kir ku dengê Mizgîn êşa bi hezar salan a jinên Kurd e. Der barê jiyana şehîd Mizgîn û şehîdên çand û hunerê de sînevîzyonek hat nîşandan. Her wiha merasîma bîranînê bi helbestên Ferhat Merdê û helbestvan Enahîta Sîno dom kir.

Komên TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn jî stran gotin.

Şehba
Li Şehbayê jî merasîmek ji bo bibîranîna Şehîd Mizgîn hate lidarxistin. Merasîm li hola Desteya Çand û Hunerê ya Ehdasê bi beşdariya endamên desteyê, meclis û bi dehan xelkê Efrîn û Şehbayê hat lidarxistin.

Di merasîmê de endama rêveber a Desteya Çand û Hunerê Newroz Silêman axivî û got: "Şehîd Mizgîn di têkoşîna xwe de bi pêş ket. Li Ewrûpa, ruxmî astengiyan, huner kir yek. Meha biharê meha şehîdan e."

Dûre li ser jiyana şehîd Mizgîn û şehîdên çand û hunerê sînevîzyonek hat nîşandan.

Heleb

Tevgera Hîlala Zêrîn bi hevkariya Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ji bo bîranîna şehîd Mizgîn di salvegera şehadeta wê ya 32ˊyemîn de li qada Cebanat a li beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûdê çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn. Endama rêveber a Tevgera Hîlala Zêrîn Tizyan Çawîş axivî û got: "Şehîdan bi fedakariyên xwe, çi bi huner, pênûs û çekên xwe, rêya azadiyê ji me re xêz kirin. Da ku em jiyaneke azad, demokrat û ewle bijîn."

Her wiha endamên Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê stranên hunermendên şehîd gotin.

Li Kobanê û Reqayê jî hate bibîranîn

Li Kobanê çalakî li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li dar ket. Dûre belgefîlmeke kurt der barê jiyana şehîd Mizgîn de hate nîşandan.

Piştre komên stranan ên Peymangeha Vejîn, Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido stranên şehîd Mizgîn gotin.

Ji bo bîranîna şehîd Mizgîn li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê jî çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de Koma Tevgera Hîlala Zêrîn stranên şehîd Mizgîn gotin. Piştre sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Mizgîn hate nîşandan, di dawiyê de Koma Palmîra ya Tevgera Hîlala Zêrîn şanoyek li ser şehîd Mizgîn nîşan dan.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.