Perwerdeya dayîk û bavan girîng e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 27 Tîrmeh 2024 - 00:05

  • Pirtûk dewlemendiya zanînê ya herî mezine û xwendina pirtûkan jî rêya herî başe ku mirov xwe bi zanîn û agahiyan dewlemend bike. Pisporeke perwerdeya zarokan dibêje: Em dikarin bi pirtûkan nasnameya netewa xwe biparêzin.

Sozan Tofîq, mamosta û rahênerê perwerdeya taybet ji bo zarokan û serpereştiya giştî ya Dibistana Dayikê ya Komara Navdewletî, her wiha xwediya bawernameya lîsansê ji Kolêja Perwerdehiya Seretayî, Beşa Hunerî ye. Her wisa Sozan xwediya sertîfîkayek navnetewî ye li ser perwerdeya Montessorî, li ser girîngiya rola perwerdeyê di hezkirina axê û parastina jîngehê de. Sozan Tofîq behsa girîngî dayîna xwendina pirtûkan bi rêya çîrokan û parastina çand û dîroka netewî kir. Sûsan Tofîq di destpêkê de li ser sîstema Montessorî wiha got: “Sîstema Montessorî xwedan felsefeyek hînkirinê ya cuda ye ku li ser sê stûnên sereke hatiye avakirin ku ew jî ji di Montessorî de felsefe, di Montessorî de jîngeh û di Montessorî de Mamoste pêk tê. Di nebûna yek ji van hersê prensîban de, em nikarin bibêjin ku ev sîstem hatiye pêkanîn. Ji ber ku ev sîstem zarokan ji bo paşerojê perwerde dike. Her wiha li ser hestên zarokê dixebite. Li gorî vê sîstemê divê mamoste ji bilî ku rênmayîkar, divê fêrker jî be.”

Sozan di dewamê de bal bire ser rola dayik û bavan di perwerdekirina zarokan de û got:“Perwerdeya fermî ji perwerdeya dibistana dayikê, dibistan, zanîngeh û hwd. pêk tê, perwerdeya ne fermî jî ji rola dayik û bav ya di nav malbatê de di perwerdekirina zarokan de pêk tê. Lewra dayik û bav di perwerdekirina zarokan de xwedî roleke girîng û mezin in.

Ji ber wê yekê jî dema du kes biryara zewacê didin divê destpêkê hesaba wê yekê ji xwe re bikin ku gelo wê bikaribin malbateke bi tendurist û serkeftî perwerde bikin.”

Çîrok û şano di perwerdeyê de

Sozan têkildarî girîngiya xwendina pirtûk û kurte çîrokan ji bo zarokan tekezî li wê yekê kir ku xwendina çîrokan bandoreke mezin li ser perwerdeya zarokan, got:“Em dikarin bi rêya çîrokan ew peyama ku em dixwazin bidin zarokên xwe bi rêya çîrokan bicih bînin. Çîrok jî li gorî qonaxên zarokan tên guhertin. Şêwazê xwendina çîrokên zarokan ji axaftin û nîşandana wêneyan cuda ye. Gelek girînge ku dema behsa mijarekê ji zarok re dikin ji bilî gotina nav, pêwîste bi wêne jî bibîne, destê xwe dane ser, têbigihe da ku zêdetir bimîne di mejiyê wî de. Ji bilî kurte çîrokan, pirtûk jî ji bo zarokan gelek girînge û pêwîste zarok fêrî wê yekê bê kirin ku ji pirtûkê hez bike, jê fam bike, nas bike û biparêze.” Têkildarî ji zarokan re fêrkirina çand û hunera netewa xwe bi rêya şanoyan Sozan wiha got:“Ji ber ku gelek caran zarok nikare guh bide çîrokan û zû ji guhdarkirinê bêzar dibe. Lewra divê bi rêya şano zarokan fêrî çand, ziman û hunera xwe bikin.” Pispora Perwerdeya Zarokan Sozan Tofîq wiha dawî li gotinên xwe anî:“Em li dibistina xwe ya dayikê zarokan di nava demekê pir kurt de fêrî xwedîkirina ajel û şînatiyan dikin. Ji ber ku eger em zarokan di temenekê pir biçûk de fêrî xwedîkirina ajel, şînatiyan bikin û bi wan bidin naskirin, wisa li wan bikin ku ji ajelan û şînatiyan hez bikin, biparêzin wê hêdî hêdî hest bi berpirsyartiyê bikin. Dema ku hest bi berpirsyartiyê kirin jî wê jê hez bike û biparêze jî. Divê em destpêkê hezkirina wan ji karê wan re çêbikin, ev hezkirine jî destpêkê ji aliyê malbatê ve di zarokan de tê çêkirin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.