Pentagonê Îran hişyar kir

Pêncşem 6 Çile 2022 - 22:21

  • Berdevkê Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) John Kirby li ser zêdebûna êrişên li dijî baregehên Emerîkî, Îran hişyar kir.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) John Kirby li ser zêdebûna êrişên li dijî baregehên Emerîkî, Îran hişyar kir.

Van rojên dawî, li Iraqê bi hatina salvegera kuştina Fermandarê Supayê Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî re, êrişên li dijî baregehên Emerîkayê zêde bûbûn. Di heman demê tevgera eskerî ya nêzî baregehên hêzên Emerîkî li Bakurê Sûrî jî zêde bûn. 

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Emerîkayê John Kirby da zanîn ku Emerîka amade ye bersiva êrişên li dijî baregehên xwe bide.

Kirby zêdebûna êrişan bi salvegera kuştina Qasim Silêmanî ve girêda û got, “Emerîka amade ye li Sûriye û Iraqê hêzên xwe biparêze. Me ji Îranê re gotiye, divê ew leşkerên Emerîkayê biparêzin.”

Pêr dîmen hatin belavkirin ku nîşan didin DYE´yê li derdora Dêra Zorê çeperên roketan bombebaran dike. Hêzên Emerîkî dan zanîn ku wan ev çeper weke tehlûke ji bo baregeha leşkerî ya Emerîkî nirxandiye. 

WASHINGTON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.