Penaberan dikin cinawir
Sêşem 16 Mijdar 2021 - 23:52
- Zimanê destpêkê yê çapemeniya Ewrûpî beramberî penaberên li ser sînorê Lehistanê diguhere. Êdî penaber tenê tehlûkeyeke ewlekariya YE´yê ne û divê bên astengkirin. Elmanyayê da zanîn ku ew ê penaberan qebûl neke û ew destekê dide Lehistanê.
Penaberên ku pirraniya wan ji Başûrê Kurdistanê yên li Belarûsê di navbera hêzên Belarûs û Lehistanê de asê mane, doh û pêr jî hewil dan ji sînor bibihurin da ku doza penaberiyê li YE´yê bikin. Tevî ku zarok û nexweş jî di nav penaberan de bû, polêsê Lehistanê, li ser deriyê sînor jî doza penaberiyê ya xelkê asteng kir. Çapemeniya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) jî êdî xwe kerr dike li neheqiya li penaberan û felaketa insanî, û li şûna wê polêsê Lehî yê birîndar bûyî derdixe pêş. Ev jî dike ku em bipirsin, gelo êdî wê ser vê felaketa insanî û binpêkirina mafê penaberiyê bi vê gotara mexdurnîşandana polês bê girtin?
Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamûs jî ji bo penaberên li ser sînorê Lehistan-Belarusê li herêmê ye. Wî bal bire ser tehlûkeya rewşê û bang li kurdistaniyan kir da ku “cih û warê xwe neterikînin”.
Penaberan doh û pêr berê xwe da sînorê bi Lehistanê re û xwest doza penaberiyê li Lehistanê bikin. Lê polêsê sînor ê Lehistanê bi gaza îsotê êrişê penaberan kir. Penaberan wekî din doh hewl da li cihê cihê jî ji sînor bibihurin, lê polêsê Lehistanê êrişî wan kir û ew neçar vegeriyan kampa xwe ya di şert û mercên pirr xirab de.
Di êrişa polêsan de gelek penaber birîndar bûn, lê çapemeniya YE´yê berê xwe da birîndarbûna polêsekî Lehî. Ev nûçe xwe disipêre daxuyaniya polêsê Lehistanê ku gotiye, memûrekî wan bi giranî doh birîndar bûye ji ber ku derbek li serê wî ketibû. Pêşî polêsan bi gaza çavan dişewitîne êrişî penaberan kiribû û hin penaberan jî ji bo xwe biparêzin, kevir avêtibûn polêsê êrişkar.
Elmanya penaberan qebûl nake
Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heiko Maas jî di kanala dewletê ya Elman ARD´ê de nîşan da ku ew ê penaberan êdî weke mirov nebînin, lê weke tehlûkeyeke ewlekariyê. Wî desteka tam da Lehistanê û pê re jî astengkirina alîkariya insanî ji bo penaberan û astengkirina mafê penaberan. Wî got, Elmanya wê penaberan qebûl neke û ew ê sînorên YE´yê bi dîwar û çîtan asêtir bikin.
Wezîrê Karê Derve yê Rûs Sergey Lavrov bi xwe, helwêsta polêsê Lehistanê nabe ku bê qebûlkirin. Lavrov got, ne tenê gaz, lê her wiha ava bişid berdana penaberan û guele jî di ser wan re berdane. Di vê serma seqemê de jî li gorî wî ev karekî ne insanî ye li dijî penaberan.
12 kes mirine jinek di komayê de ye
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmed Karamûs jî got, hejmara penaberan gelek e û li gorî agahiyên wan “ji 5 heta 6 hezar” penaberan li deverê ne û ji van 3-4 hezar jî Kurdên ji Başûrê Kurdistanê ne. Wî got, “Ji ber pirsgirêkên siyasî û aborî, ji ber polîtîkayên bêkarî û bêçaretiyê hatine. Ji rewşa Başûrê Kurdistanê razî nînin. Vê yekê jî tînin ziman.”
Karamûs da zanîn ku wan hewl daye hevdîtinan bi rayedaran re bikin û wiha dewam kir: “Hewldanên me dewam dikin da ku hevdîtinê bi saziyên nêzî hikûmetê re bikin. KNK li Ewrûpayê jî hewl dide bi rayedarên Parlamena Ewrûpayê û Komîseriya Karên Penaberan re hevdîtinê bike.”
Li ser rewşa xirab a insanî ya penaberan jî Ahmed Karamûs got, “Heyeteke me li Warşovê ye. Bi saziyên mafên mirovan û alîkariyê re hevdîtin kirine. Hin parlamenterên Lehistanî dîtin. Ji bo Heyva Sor û bi hin rêyên cuda alîkariyê bigihînin koçberan, hewldanên me hene. Heta niha agahî ji me re hatiye ku 12 kesan jiyana xwe ji dest daye. Herî dawî doh jineke ducanî ji ber serma û birçîbûnê nexweş ket. Saziyên alîkariyê ew bi zorê gihandin nexweşxaneyeke li Lehistanê. Pitikaji ber çû, mir, jin jî di komayê de ye.”
Kurdistanê neterikînin
Karamûs gunehbarkirina penaberan bi xwe rexne dike û dibêje, “Koçberan sûcdar dikin. Ev cihê xemgîniyê ye. Bi ti awayî em vê qebûl nakin. Dûrî rastiyê ne. Yên ku xelkê Başûrê Kurdistanê neçarî koçberiyê kirine, xwe sûcdar nabînin. Em hêvîdar in ku wê kes mala xwe, gundê xwe, welatê xwe neterikîne. Bi navê KNK’ê em bang li ciwanên Kurd dikin ku pêşengiyê ji paşeroja civakê re bikin. Li derveyî welat rîsk û metirsî hene. Em sedema we fêhm dikin, lê belê dijminê me vê rewşê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne; dixwaze Kurdistanê vala bikin û demografiyê biguherînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN