Pêlîstokek pirtûkek û kenek

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 19 Tîrmeh 2021 - 05:54

  • “Ji ber şerê li Sûrê qewimî, bi gelek zarokan re trawma çêbû û ji zarokatiya xwe dûr ketin. Em jî dixwazin bi pêlîstok û pirtûkan wan ji van trawmayan dûr bixin û wan hinekî bikenînin.”

Weqfa Xezal (Verein Xezal) bi hevkariya Kolektîfa Nefel a Jinan a ku navenda wê li Amedê ye projeya “Pêlîstokek, pirtûkek û kenek” bi rê ve dibe û ji bo siberoja zarokan dibêje, “Em hêviyê bi hev re şîn bikin.”

Weqfa Xezal û Kolektîfa Nefel a Jinan bi armanca “Baweriya xwe bi hêza lîstik, pirtûk û zarokan bînin” projeya bi navê “Pêlîstokek, pirtûkek û kenek” bi rê ve dibin û dixwazin ji vê projeyê 100 zarokên li Amedê sûdê bigirin, da ku zarok bi projeyê kêfxweş bibin û bikenin. Weqfa Xezal derbarê projeyê de dibêje, “Ji ber şerê li Sûrê qewimî bi gelek zarokan re trawma çêbû û ji zarokatiya xwe dûr ketin. Em jî dixwazin bi pêlîstok û pirtûkan wan ji van trawmayan dûr bixin û wan hinekî bikenînin. Her wiha bi diyarkirina pêlîstok û pirtûkan em ê hewl bidin derfeta lîstikan jî ji wan re çêkin û bikin ku ew dîsa li zaroktiya xwe vegerin.”

Ber dilê zarokan xweş dikin


Weqfa Xezal dibêje, “Tu jî hêviyê bide zarokatiya zarokekî û tev li me bikene” û bangewaziyeke wiha dike, “Em wek weqfa Xezal, bi berpirsyariya xwe ya projeyên civakî, kelecaneke xwe ya nû bi we re parve dikin. Bi vê projeya me ya nû ya bi navê ‘pêlîstokek, pirtûkek û kenek’ em dixwazin li Amedê bi Kolektîfa Nefel a Jinan re 100 zarokên Amedî yên 3 ta 12 salî, bi pêlîstokên xwezayî û hûnandî yên bi teknîka ´amigurumi´ hatine çêkirin bikenînin û her wiha pirtûkeke bi Kurmancî ya ji bo zarokan hatiye amade kirin diyarî wan bikin.”

Bi zarokan re trawmayên mezin

Weqfa Xezal derbarê alîkariya projeya “Pêlîstokek, pirtûkek û kenek” de got, alîkariya kesan ya ji bo zarokan di heman demê de dê bibe alîkariya mafên wan ên lîstikê jî û ji bo derbasbûna dijwariya zarokan banga alîkariyê kir. Weqfa Xezal, balê kişand ser rewşa aborî û derûnî ya zorokan jî û wiha pê de çû, “Di navbera salên 2015 û 2016’an de ji ber şerê li Sûrê qewimî, gelek zarok bi taybetî jî zarokên ku rewşa wan ya aboriyê nebaş bû, ji mal û warên xwe hatin dûrxistin. Bi vî awayî koçberiyeke navxweyî dest pê kir û ji ber xerabkirina malên wan, nikaribûn careke din li warên xwe vegerin û li wir bi cih bibin. Vê rewşê bi xwe re gelek kêmasî jî anîn. Ji lewre, derfeta wan a lîstik, perwerde, kêf û şahiyê tine bû. Ev rastî ji aliyê gelek saziyên civakî ve jî bi raporan hatin tespîtkirin. Bi pirraniya van zarokan re traw0mayên mezin çêbûn û derûniya wan ber bi nebaşbûnê ve çû. Piştî şerê Sûrê bi vê projeyê me xwest rewşa zarokan hinekî din baştir bibe, ji lewma jî bi projeyeke bi vî rengî me xwest em alîkariyê kom bikin ji bo wan û zarokan bi vê projeyê kêfxweş bikin.” 
Weqfa Xezal herî dawî dibêje bibin hevparê kelecana zarokan û ji bo projeya pêlîstokek, pirtûkek û kenek bibin alîkar. Proje heta dawiya meha Tebaxa 2021’ê dewam dike. Ji bo alîkariyê hûn dikarin ji e-peyama xezalverein@gmail.com re binivisînin û alîkariyê bidin projeyê. 

Weqfa Xezal navenda wê li Swîsreyê ye û berê jî kampanyayên bi vî rengî bi rê ve birine. Weqfa Xezal Sibata 2021’an de ji bo şagirtên Kurd ên jin ku rewşa wan ya aboriyê ne baş e, kampanya dabû destpêkirin û bûrs dabûn 11 şagirtan. 

Kolektîfa Nefelê ya Jinan

Kolektîfa Nefelê ya Jinan serê sala 2020’an li Amedê ji bo piştgiriya komeleya “Berî her tiştî zarok” bike, bi hewldana 8 jinan hate damezirandin. Niha bi tevkariya 62 jinan, Nefel Natural Toys bi maxezeya xwe ya pêlîstokên xwezayî û destekar, ji bo jiyaneke bi piştgirî û hilberandina xwezayî mînakeke baş e. Kolektîfa Nefelê ya Jinan, dixwaze jinan tevlî nav jiyana civakî bike, li keda wan xwedî derkeve û hêza wan a aborî xurt bike. Her wiha ji bo hilberandina ziman û çanda Kurdî jî ji xwe re kiriye armanc û ji bo vê yekê jî dixebite. 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.