Pêdivî bi diyalogê heye
Pêncşem 17 Hezîran 2021 - 04:41

Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad geşedanên herî dawî yên li Başûrê Kurdistanê diqewimin nirxand û got: "Pêdivî bi rêya diyalogê û mîsogerkirina çareseriyê heye. Werin em bi ruhê seferberiyê xaka Kurdistanê biparêz in."
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li dijî dorpêçkirina xaka Başûrê Kurdistanê li herêmê xebatên Yêkitiya Neteweyî didomîne. Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad der barê geşedanên dawî de bersiv da pirsên Ajansa me Mezopotamyayê (MA).
Zeyneb Murad diyar kir ku şerekî Kurd û Kurd wê tenê xizmetê ji dewleta Tirk a dagirker re bike, nakokiyên di navbera hizbên Kurd de dikare bi diyalogê bêne çareserkirin û ev dikare destketiyên Kurdistanê misoger bike.
Murad îşaret bi hewldanên hêzên dagirker kir ku ji bo şerekî Kurd û Kurd pêk bînin û got: “Em weke KNK'ê li gel hizbên siyasî ji bo ku şereke navxweyî rû nede di nav hewledanan de ne. Ev şer wê ji her kurdekî re malwêraniyê bîne.”
Murad bi bîr xist ku di hevdîtinên li Başûr de partî, sazî û dezgehên Kurdistanî hemû tînin ziman ku ew armanca dewleta tirk dizanin û dibêjin, armanca wê bidestxistina statûya herêmê ye û dixwaze ku sînorên xwe berfireh bike, lê tevî vê di warê gavavêtinê de xwe nalivînin.
MA/AMED














