PDK nahêle xelk vegere Şengalê

Pêncşem 4 Gulan 2023 - 15:47

Berpirsê Malbenda YNK’ê li Şengalê Dawid Cindî li ser daxuyaniyên Berpirsê liqa 17 a PDK’ê Aştî Koçer, daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê medya dijîtal belav kir. Wî got, ev 8 sal in xelkê Şengalê di kampan de di bin desthiladariya PDK’ê de ye û PDK nahêle Êzîdî vegerin Şengalê. Cindî wiha peyivî: “Daxuyaniyên wezîra koç û koçberan a Iraqê baştirîn belgeyên vê yekê ne.”

Dawid Cindî di dewamê de got, “Tiştekî ne veşartî ye ku PDK ji dema rûxandina rejîma hilweşiyayî ve li herêmê desthilatdar e, lê PDK’ê nekariye ji aliyê ewlehî, rêveberiya bajêr û hiqûqî ve tiştekî ji xelkê Şengalê re bike. Ji ber vê yekê jî bi hezaran Êzîdî radestî Çeteyên DAIŞ’ê kirin.

PDK koçberan bi kar tîne

Em piştrast dikin ku PDK’ê ev 8 sal in koçberên Şengalê di kampan de bi darê zorê dihêle û ji bilî sûdwergirtina ji alîkariyên xêrxwazî yên ji bo koçberan, ew di piroseyên hilbijartinan hemûyan de jî dengên wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Daxuyaniyên dawiyê yê wezîra koç û koçberên Iraqê baştirîn belgeya vê yekê ne.

Her kes dizane ku niha Herêma Kurdistanê di qonaxeke zehmet de ye ku ji aliyê PDK’ê ve tê bi rêvebirin. Bi taybetî li parêzgeha Dihokê, hewl dide dengên azad qut bike, lê heta niha yek berpirs jî negirtine. Ev kesên di demên dawî de li ser Şengalê û civaka Êzîdî bêrêzî kirin û gef li xelkê Êzîdî xwarin, ji aliyê partiya desthilat ve ti kes ji wan nehatiye dadgehkirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.