PDK ji bo hilbijartinan bikar tîne

Çarşem 4 Hezîran 2025 - 03:20

Ji sala 2019’an heta roja me bi dehezaran malbatên Êzidî tevî rêgiriyên PDK’ê, sersarî û xemsariya hikumeta Iraqê vegeriyan ser cih û warê xwe. Rêveberiya Xweser a Şengalê ku ji sala 2019’an ve ye xebatên taybet bo vegerê dimeşîne, li gel hemû derfetên xwe koçberan pêşwazî dike û hewl dide bare wan sivik bike. Bi taybet şaredariyên gel, di vegera koçberan de di asta seferberiyê de kar dikin. Endamê Rêveberiya Şaredariyên Gel ên ser bi Rêveberiya Xweser a Şengalê Silêman Qasim li ser pêşwazîkirina koçberan ev agahî dan:“Pêşwazîkirina hemû pêdiviyên gelê me ku vedigerin Şengalê ne karekî hêsane ku were kirin. Ji ber ku gelek ji wan malên wan di encama şer de hatine xirakirin, pêwîstiya wan bi avakirinê heye. Qerebûkirina wan karê dewlet û rêxistinên navdewletî ye. Gelek ji malan dema vedigerin em bi taybet di aliyê avê de bi wan re dibin alîkar weke gava destpêkê. Her wiha di dema êrişa DAÎŞ’ê de gelek mal hatin teqandin, lê bermahiyên wan hê di cihê xwe de ne, me li gelek cihan bermahiyên cihê hatine teqandin rakirine û xizmeta me dewam dike.’’

2500 malbat li benda vegerê ne

Tevî ku niha tu alîkarî jî nayê kirin, lê gelek malbat dixwazin vegerin ser axa xwe û malavayiyê li jiyana koçberiyê bikin. Lê malbatên ku dixwazin vegerin jî aliyê PDK’ê ve rastî gelek astengiyan tên. Li gor agahiyên me yên ku ji çavkaniyên Wezareta Koç û Koçberên Iraqê girtine, zêdetirî 2 hezar û 500 malbat ji bo vegerin ser axa xwe, serlêdana Asayîşa Dihokê û Wezareta Koç û Koçberan a Herêma Başûrê Kurdistanê kirine, lê belgeyên wan ên vegerê jê re nayên çêkirin û bi vî awayî vegera koçberan asteng dikin. Welatiyekî bi navê H.Ê., ku li kampa Qadyayê dimîne, ji ragihand ku beriya du mehan wî xwestiye vegere Şengalê. Ji bo vegera li Şengalê û çêkirina belgeyên vegerê jî H.Ê. got:“Di destpêkê de min serdana Rêveberiya Kampê kir û xwest destûr bidin min ez vegerim Şengalê, lê rêveberiya kampê ji min re got ‘Şengal ne ewle ye, çima hûnê vegerin, li gel me bimînin. Emê heta hûn bixwazin we bihewînin û alîkariya we bikin.’ Min jî got êdî em dixwazin li ser axa xwe bijîn û min li ser vegera xwe israr kir heya rêveberiya kampê belgeya min îmze kir û got piştî du hefteyan biçin Navenda Polîs a Wargehê. Dema ez çûm navenda Polîs, wan jî bi heman awayî xwest ez venegerim û li ser israra min a ji bo vegerê wan jî belgeya min îmze kir û deh rojan dem dan min ji bo biçim Navenda Asayîşa Dihokê. Dema ez çûm Asayîşa Dihokê, wan jî belgeya min îmze kirin û berê min dan Ofîsa Wezareta Koç û Koçberan a Herêma Kurdistanê ku li Dihokê ye. Ji ber ku ev der pir qerebalix bû, min di roja yekem de nikaribû karê xwe biqedînim, neçar mam roja din biçim. Endamên Koç û Koçberan belgeya min wergirtin, ji min re gotin ‘biçin heta em bi telefonê gazî te dikin,’ werin belgeya xwe ya vegerê bigirin, lê hîn jî gazî me nekirine û du meh derbas bûne.”

Ewlehî û xizmetgûzarî baştir e

Rêvebirê Nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê jî da zanîn ku heya niha PDK’ê kariye li ser hesabê civaka Êzidî ya koçber di hilbijartinan de rêjeke zêdetir a dengan bidest bixe û got:’’Niha li Şengalê ewlehî û xizmetguzarî ji beriya fermanê baştire. Hin kesên ser bi PDK’ê ku mezinên eşîra ne, hemû eşîra xwe dikin qurbaniyên siyaseta xwe û rê li ber vegera wan digirin.  Gelek kes hene malbatên wan li nava kampa ne lê ew tên li Şengalê kar dikin, dema qala vegerê hate kirin jî dibêjin ‘Şengal ne arame’, ev kes di xizmeta PDK’ê de kar dikin. Li aliyê din jî kesên dixwazin bi awayekî fermî vegerin ser malên xwe, belgeyên wan ên vegerê ji aliyê asayîşê ve tên derengxistin, ji bo ku proseya vegerê dereng bimîne.’’

Beyî alîkariyê vegeriyan

Xelîl Hisên ku beriya demeke kurt mala xwe vegerandiye Komalgeha Digurê ya Şengalê da zanîn ku her malbatekê ji aliyê Wezareta Koç û Koçberan ve 4 milyon dînarên Iraqê dihatine dan lê ew jî ji bo wan nehatiye dan û dayîna pere hatiye sekinandin. Xelîl Hisên her wiha anî ziman ku ew li bendê ne alîkariya wan were kirin ji bo ku karibin mala xwe ya ku ji ber şer wêran bûye ji nû ve ava bikin.

Gelek kes dixwazin vegerin

Ji koçberên nû vegeriyane Hisên Findî jî da zanîn ji ber ku ew bi rêya Rêxistina Koçberan vegeriyan di rê de ti astengî ji wan re nehatin derxistin û got:’’Gelek kes li benda vegera ser axa xwe ne. Ji ber ew dizanin her rojekê wê vegerin Şengalê. Em hatin Şengalê, gelek zehmetiyên me yên jiyanî jî hene lê em kêfxweş in ji ber em li gel pîroziyên xwe û li ser axa xwe ne.’’

Li ser vegera koçberan a ji bo Şengalê, Cîgirê Serokê Desteya Bilind a Mafê Mirovan ya Iraqê Elî Ebdilkerîm El-Şemerî da zanîn ku desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ji bo ku di hilbijartinên Iraqê de dengan ji koçberên li wargehan ji xwe re bikar bîne, rê li ber vegera wan digire û got:“Vegera Koçbera pêwîste bi bernameyeke taybet, ji aliyê Wezareta Koç û Koçberên Iraqê ve pêk were.” Herî dawî di 20’ê Gulan’ê de 370 malbat vegeriyana Şengalê, ev malbat ku xelkê Digur, Rembûsî û Sîbaya Şêx Xidirê bûn, ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hatin pêşwazîkirin û şaredariyên gel ji wan re bûn alîkar.

ROJNEWS ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.