Mazlûm Ebdî: Em ê destkeftiyên xwe biparêzin

Duşem 19 Çile 2026 - 15:00

  • Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî got: “Em ê heta dawiyê destkeftiyên xwe biparêzin. Çi ji destê me bê em ê bikin, hêza me ji bo vê yekê heye.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, têkildarî êrişên HTŞ û hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevdîtina li gel Şamê daxuyanî da.

Mazlûm Ebdî wiha axivî: “Ji 6’ê Çileyê ve em di nava şerekî de ne. Ev şer li ser me hat ferzkirin. Gelek şehîd û birîndarên me hene. Em şehîdên xwe bi bîr tînin. Berî her tiştî, ev şer li ser me hat ferzkirin. Ji bo ku ev şer mezin nebe û nebe şerekî navxweyî, ku ji bo vê hatibû amadekirin û ji bo pêşî li şerekî mezin ê navxweyî were girtin, me biryara vekişîna ji Reqa û Dêrezorê ber bi Hesekê ve da. Em ê heta dawiyê destkeftiyên xwe biparêzin. Çi ji destê me bê em ê bikin, hêza me ji bo vê yekê heye. Ev berxwedan e, ez bawer dikim çawa ku me di 14 salên derbasbûyî de em bi ser ketin, em ê ji niha û pê ve jî bi ser bikevin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

* * *

KCDK-E: Em ê Rojava biparêzin

  • KCDK-E’yê têkildarî êrişên li ser Rojava daxuyanî da û diyar kir ku ew ê parastina ji bo Rojava bidomînin.

Di daxuyaniya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa (KCDK-E) de ev tişt hatin diyarkirin:

“Tê xwestin ku şoreşa Rojava ya ku hêviya gelên cîhanê û Kurdistanê ye û bi pêşengiya jinan hatiye afirandin, ji çar aliyan ve were dorpêçkirin û fetisandin. Di vê şerê çend rojan de çeteyên hov ên DAÎŞ, HTŞ û dewleta Tirk bi israr dixwazin qirkirina Kurd pêk bînin.

Gelê Kurd ê bi rûmet bi sekna xwe, exlaqê xwe û biryardariya xwe berxwedanê didomîne. Li dijî hovan û qirkeran li hemû eniyan berxwedaneke mezin raber dike. Dewleta Tirk a ku her cure piştgiriyê dide çeteyên DAÎŞ û HTŞ’ê, bi hemû rêyên çapemenî û qirêj şer didomîne.

Li aliyekê propagandaya xwişk-biratî û aştiya bi gelê Kurd re dike, li aliyê din piştgiriyê dide êrîşên bi zext, tundî û rêbazên dermirovî li dijî qadên jiyanê yên gelê Kurd pêk tên.

Ev êrîş binpêkirineke vekirî ya mafên mirovan û polîtîkaya qirkirinê ya li dijî hebûna gelê me ye. Tevî hemû şert û mercên zehmet, astengiyên mezin û şertên jiyana zehmet, gelê me bi berxwedana şoreşgerî radibe.

Gelê Rojava şertên ku hikûmeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker lê ferz dike, qebûl nake. Ev êrîş wê nikaribin îradeya gelê me bişkîne û berxwedana bi biryar wê van êrîşan têk bibe.

Bi saya têkoşîna bi biryar a ku gelê me li Ewropa dimeşîne, serdana ji bo Elmanya ya el-Colanî yê dest bi xwîn hate taloqkirin. Têkoşîna me ya bi biryar û xwedî derketina me ya ji bo Rojava wê hîn encamê bi xwe re bîne. Mîna pêvajoya Kobanê, mezinkirina berxwedan û têkoşînê wê destkeftiyan jî bi xwe re bîne.

Weke KCDK-E em bi fermî bang li raya giştî ya navneteweyî û dewletên garantor dikin ku li Rojava gelê me biparêzin, li dijî sûcdaran bisekinin û berpirsyarî bigirin. Em bang li gelê xwe, dostan û hemû hêzên demokratîk dikin ku  li Ewropa û seranserî cîhanê têkoşîna ji bo parastina Rojava bi biryar bidomînin.” NAVENDA NÛÇEYAN

 

* * *

Ji bo Rojava bi hezaran kes daketin qadan

  • Bi hezaran welatî derketin qadan û ji bo rawestandina komkujiya li Helebê bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kirin û wiha gotin: “Em bi îradeya jiyanê ya ku li ser esasê wekheviya gelan, azadiya jinê û xweseriya demokratîk hatî avakirin re ne.”

Êrişên komên girêdayî Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ku ev çend roj in li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdê didomin, li gelek bajaran hatin protestokirin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de êriş hatin şermezarkirin û banga bêdengnemayîna li hemberî komkujiyê hate kirin.

Wan 

Platforma Ked û Demokraiyê, xwest têkildarî êrişên li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, li ber Şekerbankê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê heta Kolana Hunerê meşekê lidar bixe. Lê polîsan bi hinceta “li nava bajêr meş qedexe ye” nehişt girse bimeşe. Girseyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Wê Kurdistan ji DAIŞ’ê re bibe goristan” bertek nîşanî biryarê dan û li wir daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Xwedîderketina Rojava, xwedîderketina mirovahiyê ye” hat vekirin. Endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û bi sedan welatî tevlî çalakiyê bûn.

Li ser navê platformê Sevda Akin Akar metna daxuyanî xwend û bal kişand ser mafên Kurdan ên bingehîn.

Piştî daxuyaniyê ciwan, di nava kolanan de bi dirûşmeyan meşiyan û fîşekên hewayî teqandin. Car car di navbera ciwanan û polîsan de şer derketin û bi dirûşmeyan çalakî bi dawî bû.

Îzmîr

Platforma Demokrasiyê ya Narlidereyê, êrişên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên li ser Helebê, li pêşiya Polîklînîka Taxê ya Narlidereyê bi daxuyaniyekê protesto kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji komkujiyên li Sûriyeyê re bibêje raweste” hat hilgirtin û gelek welatî beşdar bûn. Di daxuyaniyê de bi domdarî dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî aştî” hatin berzkirin û li ser navê Platforma Demokrasiyê ya Narlidereyê, Bulent Karakaş metna daxuyaniyê xwend.

Bulent Karakaş, bertek nîşanî gotinên Serokwekîla Koma AKP’ê Leyla Şahîn Usta yên li ser komkujiyên Elewiyan da û destnîşan kir ku Elewî ji bo jiyana wekhev a gelan têdikoşin. Bulent Karakaş bal kişand ser êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û ev tişt got: “Yên ku berê komên cîhadîst û nîjadperest dane ser gelan, divê Berxwedana Kobanê ji bîr nekin. Dema gelên bindest hatin cem hev, çawa ku DAIŞ hat şikandin di bîra her kesî de ye. Bi heman awayî, baweriya me tam e ku dê HTŞ jî li hemberî berxwedana hevpar a gelan têk biçe.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû. NAVENDA NÛÇEYAN

 

* * *

Kurdistaniyên li Kanadayê daketin qadan

  • Kurdistaniyên li Kanadayê li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan.

Girseya gel serê sibehê li Torontoyê li hev kom bû û bi reng û alên Kurdistanî meşiyan. Kurdistanî li bajarên Montreal, Vancouver, Calgary û Ottawayê jî daketin qadan. Di meşan de ku bi tilîlî, dirûşm û sirûdan hatin lidarxistin, dirûşmên 'Rojava bi tenê nîne', 'Şêxmeqsûd berxwedan e', 'Çar parçeyên Kurdistanê yek e' deng vedan.Ji gelên cuda yên Kanadayê jî gelek kesî piştgirî dan çalakiyan. Kurdistaniyan gelên piştevan silav kirin û destnîşan kirin ku têkoşîna hevpar a gelan wê zilmê bisekinîne.

Li Toronto û Montrealê di daxuyaniyên hevpar de hate ragihandin ku êrişên çeteyên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê û dewleta Tirk ên li ser sivîlên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sûcê şer e û di daxuyaniyan de ev peyam derketin pêş:

"Bêdengiya durû ya hêzên navneteweyî hêzê dide êrişkaran."

"Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê ji aliyê ti hêzê ve nikaribe bê rawestandin."

"Şoreşa Rojava destketiya hevpar a gelan hemûyan e."

Nûnerên ji çar parçeyên Kurdistanê di çalakiyan de daxuyaniyeke hevpar dan û bal kişandin ser girîngiya dîrokî ya yekîtiya gelê Kurd.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke zarokên çar parçeyên Kurdistanê peyameke zelal e: Kurd yek e û xwişk û bira ne. Sînor nikarin me ji hev cuda bike, têkoşîna me yek e."

Girseya gel bi dirûşmên 'Bijî yekîtiya gelen' û 'Bijî berxwedana Rojava' piştgirî da daxuyaniyê.

Çalakiyên şermezarkirinê ku li 5 bajarên mezin ên Kanadayê di heman demê de pêk hatin, bi sirûd û stranan bi dawî bû. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.