Rêveberiya Xweser seferberî îlan kir
Yekşem 18 Çile 2026 - 16:30

- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî êrişên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, seferberî îlan kir.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker û şaneyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniya Rêveberiya Xweser bi vî rengî ye:
“Komên girêdayî hikumeta demkî ya Şamê ku lihevkirin binpê kiriye, ji duh sibeha heya wiha ji gelek aliyan ve êrişî hêzên me dikin. Tevî hemû hewldanên dîtina çareseriyên aştiyane û daxuyaniya niyeta qenc a vekişîna ji hin herêmên, lê Şamê li ser şer û vebijêrka leşkerî bi israr e.
Li ser vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku amade be, rêgeza xweparastinê esas bigire, li dora hêzên xwe yên leşkerî kom bibe, bajarên xwe biparêze û tev li cenga parastina rûmetê bibe.
Armanc ji van êrişan têkbirina xwişk û biratiyê ye ku bi xwîna keç û xortan pêş ketiye. Di heman demê derxistina fitne û tundiyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye, her wiha bi armanca hedefkirina pêkhateyên resen ên Sûriyeyê û ferzkirina yekrengî li ser pêkhateyên din e.
Em li pêşberî qonaxeke werçexrê ne; an em ê li ber xwe bidin û bi rûmet bijîn, an jî dê hemû cûryên zulm û heqaretê li ser me werin kirin. Li ser vê yekê em seferberiya giştî radighînin û bang li gelê xwe dikin ku bersiva vê bangê bide û piştgiriyê bide HSD û YPJ'ê.
Di serî de ciwan em bang li hemû beşên gelê xwe dikin ku çek rakin, li hemberî êrişên muhtemel li ser herêmên Cizîrê û Kobanê bisekinin. Divê em bizanibin ku em li pêşberî şerê hebûnê ne. Ji bo em destkeftiyên şoreşa xwe û nasnameya xwe biparêzin, yek vebijêrk heye ew jî berxwedana gel e.
Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî êrişên nemerdane li dora hêzên xwe kom bibe, hevgirtî be û amade be.”
QSD'ê bersiv da êrişan
QSD ji bo ku aloziya li Sûriyeyê kêm bibe û niyeta xwe ya ji bo çareseriyê nîşan bide, biryar dabû ku di 17'yê Çileya 2026'an de xwe ji deverên Dêr Hafir û Meskene vekişîne. Lê hîn vekişandin temam nebûbû, komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî û dewleta Tirk êrîş pêk anîn.
Êrîşên ku li Dêr Hafir û Meskene destpê kirin, piştre li gundewarên Tebqa, Tişrîn, Mansura, Reqa û Dêrazorê belav bûn.
Li hemberî êrîşan şervanên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiv dan û pevçûnên dijwar qewimîn. Hêzên QSD, YPJ’ê û Ewlekariya Hundirîn li hemberî êrîşên bi tanq, top û her cure çekên giran, bersivên tund dan û derbe li êrîşkaran xistin.
Şer û pevçûnên ku heta serê sibehê dijwar bûn, berdewam kirin.
Li gorî agahiyan li gundewarên Dêrazor, Reqa, Mansura û Tebqayê di navbera hêzên QSD, YPJ û komên çeteyan de pevçûn didomin.
Li Reqayê HSD'ê kontrolê bi dest xist
Bi êrişên HTŞ'ê yên li gundewarê Reqayê re, şaneyên DAIŞ'ê jî tevgeriyan. HSD'ê kontrola navenda bajêr bi dest xist.
Êrişên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. HTŞ û komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin dest bi hedefgirtina hin deverên Reqa û Dêra Zorê kirin. Duh, di dema êrişên li ser Reqayê de, şaneyên DAIŞ'ê jî di heman demê de çalak bûn.
Di encama operasyonên ku ji aliyê HSD'ê ve hatin kirin de, livûtevgera li herêmê hat kontrolkirin. Hin endamên DAIŞ û HTŞ'ê jî ji aliyê hêzên HSD'ê ve bi saxî hatin girtin.
Li Tişrînê pevçûbên dijwar diqewimin
Li Tişrînê di navnera HSD-YPJ û komên HTŞ'ê de pevçûnên dijwar diqewimin. Komên paramîlîter hewl ididn bi tankan biçin û şervanên HSD û YPJ jî bersiva wan didin.
Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran dibin. Li xeta Tişrînê di navbera hêzên HSD-YPJ û HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de pevçûnên dijwar diqewimin. Komên paramîlîter hewl didin bi tankan bi pêş ve biçin û şervanên HSD û YPJ'ê bi tundî bersivê didin.
Li gorî ANHA'yê, li Girê Suryatelê yê herêmê di navbera şervanên HSD-YPJ û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin.
Ev kom hewl didin bi tankan ber bi Girê Suryatelê ve pêşve biçin. Şervanên QSD û YPJ'ê bi tundî li hember van hewldanan li ber xwe didin. NAVENDA NÛÇEYAN







