Divê Kurd bersiva banga seferberiyê bidin

Duşem 19 Çile 2026 - 16:00

  • Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç, îşaret bi girîngiya yekitiya neteweyî ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got: “Divê hemû Kurd bersiva banga seferberiyê bidin.”

Êrişên Heyet Tehrîr Şamê (HTŞ) û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Rêveberiya Xweser, li dijî êrişan banga seferberiyê kir. Li gelek herêman gel daket qadan û bersiva banga seferberiyê da. Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç, diyar kir ku divê her Kurdek li ser zemîna lê dimîne bersivê bide banga seferberiyê.  

Kamaç, anî ziman ku di rojên awarte de ne û gefa tesfiyekirina destkeftiyên gelê Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye ku bi bedeleke mezin hatine bidestxistin. Kamaç, diyar kir ku armanca êrişan bi temamî tunekirina hemû destkeftiyên Kurdan e û wiha pê de çû: “Anku êrişên ser îradeya gelê Kurd, binpêkirina îradeya wan e. Di esasê xwe de ev banga seferberiyê ya hatiye kirin ne tenê ji bo Kurdên li Rojava lê ji bo Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û li her çar aliyên cîhanê dijîn e. Lewma jî divê her Kurdek li cihê lê dimîne bi awayekî bersiva vê banga seferberiyê bide.” 

Di berdewamê de Kamaç destnîşan kir ku hewceye Kurd nêrîn û cudahiyên xwe bidin aliyekî û ji bo destkeftiyên di nava salan de bi bedelên giran bidestxistine biparêzin. Kamaç, got: “Ev yek, li ser her Kurdekî, her Kurdistaniyekî ferz e. Lewma jî tekane rêya pêşîlêgirtina van êrişan, piştgirîdayîna banga seferberiyê ye, mezinkirina piştgiriyê ye. Hewceye tevek jî pêşeroja xwe li ser parastina van destkeftiyan bibînin.” 

Divê her kes li dora nirxên neteweyî bicive

 Kamaç, daxuyand ku di demên berê de nasname, çand û zimanê Kurdan tune hate hesibandin û wiha pê de çû: “Îro em dîsa bi xetereyeke wiha re rû bi rû ne. Heke em yekitiya xwe ava nekin, dê tiştên berê bi serê me hatin mixabin dê dîsa bi serê me bên. Ji ber vê jî yekitiya neteweyî ya Kurdan, Îro ji nan û avê biqîmettir e. Divê her kes li dora nirxên neteweyî bicive.”

Hebûna Kurdan hedef tê girtin

Kamaç, da zanîn ku dema “hêzên hov” êrişî Kurdan dikin tu ferq û cudahiyê naxin navbera Kurdên Elewî, Sunî, sosyalîst, Misiman, oldar û got: “Bi awayekî topyekûn, hebûna Kurdan hedef tê girtin. Anku dema ew êriş dikin, Kurdbûn ji bo wan bes dike. Lewma banga me ji bo Kurdên li her çar parçeya ye; çawa ku di êrişan de Kurd û Kurdbûn hedef tê girtin; divê em jî li dora nasnameya Kurd û Kurdayetiyê bên gel hev, li dora van nirxan bicivin û li djî êrişan li ber xwe bidin û êrişan bişikînin. Ji bo vê jî divê her kes cudahiyên xwe bide aliyekî û bi helwestekî neteweyî tevbigere.” 

Çapemeniya azad guhdar bikin

 Di berdewamê de Kamaç bal kişand ser manîpulasyonên li ser medyayê tên kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Divêtin kesek guh nede van. Dive agahî tenê ji çapemeniya azad û çavkaniyên Kurd bên girtin. Divê bi tu awayî em rê nedin îdiyaên çapemeniya Ereban û yên Tirkiyeyê. Şerê taybet ê ew li ser televîzyonan dikin, divê guh lê ne dayin. Agahiyên rast, divê em ji çapemeniya azad guhdar bikin.” 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.