Ev êriş hişmendiya DAÎŞ’ê ye
Duşem 19 Çile 2026 - 15:30

- Parlamenterê DEM Partiyê Ali Bozan bal kişand ser êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Divê Tirkiye di şerê ku berdewam dike de bi tu awayî nebe alî. Divê aliyê wê, aliyê diyalog, muzakere û çareseriyê be.”
Êrişên ku Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê ve li Helebê li dijî Kurdan dabûn destpêkirin, bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Alî Bozan bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya di van şeran de û xwest ku Tirkiye rolek avaker li xwe bigire.
Alî Bozan bi bîr xist ku ketin û derketina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatine qedexekirin û diyar kir ku li van taxên ku têkiliya wan bi cîhanê re hatiye birîn, malên sivîlan tên talankirin û hinek mal hatine şewitandin û ev tişt got: “Ev rewş hişmendiya HTŞ’ê bi awayekî aşkera radixe ber çavan. Bi êrişên li Helebê re diyar bû ku xwedî hişmendiyek DAIŞ’ê ne. Di 3’yê Çileyê de HTŞ û HSD gihîştibûn lihevkirinekê. Paşê çi bûbe, ji nişka ve daxuyanî hatin dayîn ku tu lihevkirin tune ye. Piştî du rojan HTŞ, OSO û çeteyên girêdayî wan bi hev re êrişî Helebê kirin. Êdî rastiyekî ku nayê veşartin e, Tirkiye tevli karên hundirîn ên Sûriyeyê dibe û di hevdîtinên navbera HTŞ û HSD’ê de alî ye. Divê Tirkiye bibe aliyê diyalog û muzakereyê.”
Alî Bozan diyar kir ku balafirên bêmirov SÎHA û ÎHA yên Tirkiyeyê li gelek herêman difirin û daxuyaniya Walîtiya Sêwasê ya ku gotibû “Yekîneyên Tîmên Polîsên Taybet (POH) ber bi Sûriyeyê ve hatin birêkirin” bi bîr xist wiha pê de çû: “Niha li Sûriyeyê li dijî Kurdan komkujiyek pêk tê. Êriş li ser sivîlên Kurd hene, şandina POH’an nîşaneya wê ye ku Tirkiye di van êrişan de alî ye. Dema nîqaşên pêvajoyê dest pê kirin, hem Devlet Bahçelî hem jî Serokkomar behsa ‘xurtkirina eniya hundir’ dikirin. Ji aliyekî ve tu dibêjî ‘ez ê eniya hundir xurt bikim’ û ‘ez ê pirsgirêka 50 salî ya welatê xwe çareser bikim’, lê ji aliyê din ve tu gavên pratîkî navêjî, ev yek helwestê nîşan dide.”
Alî Bozan destnîşan kir ku Tirkiyeyê heta niha rola avaker a ku diviyabû li xwe bigirta bi cih neaniye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê di şerên ku berdewam dikin de Tirkiye bi tu awayî nebe alî. Divê aliyê wê, aliyê diyalog, muzakere û çareseriyê be.”
MA / MÊRSÎN / ABDULKADÎR AYTEN







