Vexwendina Şara rewşek sosret e
Yekşem 18 Çile 2026 - 17:00

- Vexwendina Ahmed Şara ji bo Elmanyayê bû sedema destpêkirina nîqaşeke mezin a siyasî. Parlamenterê Die Linke Ferat Koçak ev vexwendin weke rewşeke sosret bi nav kir û got, di oxira bazariya penaberiyê de rêxistinek kujer tê rewakirin.
Li gel komkujiyên desthilatdariya HTŞ'ê ya li Sûriyeyê ya li dijî Durzî, Elewî û herî dawî jî Kurdên li Helebê, serkêşê HTŞ'ê Ahmed Şara (Colanî) ji bo Elmanyayê hate vexwendin. Ev yek bûye cihê nerazîbûnê. Parlamenterê Die Linke (Partiya Çep) Ferat Koçak nerazîbûn nîşanî vê yekê da. Ferat Koçak axivî û ev gava hikumeta Elman weke gaveke li derveyî exlaqê ya ji bo rawestandina bilindbûna AfD'ê ya rastgiriya tund pênase kir.
Ferat Koçak anî ziman ku ev rewş û gotina 'Em li dijî Îslamiyên radîkal in' a hikumeta Elman li hev nayê û bal kişand ser sûcên li dijî mirovahiyê yên li Sûriyeyê. Lewma destnîşan kir ku muxatabgirtina kesekî ji El Qaîdeyê weke zilamê dewletê, nayê qebûlkirin.
Ferat Koçak vexwendina Şara ji bo Elmanyayê weke rewşeke sosret bi nav kir û got, "Ev yek bi têgihiştina, 'Eger em pirsgirêka penaberan çareser bikin em ê hêza AfD'ê bişikînin' tê kirin. Ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Peyama ku tê dayin eşkere ye: 'Li Sûriyeyê êdî her tişt rast dimeşe, mirov dikarin vegerin'. Armanca esasî jî ev e: Eger em penaberan vegerînin em ê karibin dengê AfD'ê kêm bikin û hêza wê bişikînin. Ji ber vê yekê ev hevkarî tê kirin. Lê belê di vir de nakokiyeke gelekî cidî heye. Timî dibêjin, 'Em li dijî DAÎŞ'ê ne, em li dijî Îslamiyên radîkal in'; piştre jî radibin hevkariyê bi rêxistina herî mezin a Îslamî re dikin. Çi El Qaîde be, çi jî Talîban be.... Pirsgirêka esasî jî di vir de ye."
Ferat Koçak di heman demê de ji bo piştgiriya bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd a li Rojava û Rojhilat bang kir û bi taybetî jî anî ziman ku gelê Kurd ê li Rojhilat dema dawî di nava berxwedana 'Jin, Jiyan, Azadî' de ye.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN







