Berdana girtiyê 30 salî hat astengkirin
Yekşem 18 Çile 2026 - 17:00

- Mustafa Amutgan ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzînganê tê ragirtin, rexmê ku cezayê wî yê 30 salî bi dawî bûye jî, bi hinceta “halê nebaş” tehliyeya wî cara 4’emîn hate astengkirin.
Mustafa Amutgan ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzînganê tê ragirtin, rexmê ku dema cezayê wî yê 30 salî qediya ye jî nayê tehliyekirin. Mustafa Amutgan, di sala 1994’an de li navçeya Tarsus a Mêrsînê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Edeneyê ve cezayê muebedê lê hatibû birîn. Mustafa Amutgan, beriya ku 30 salên wî biqede, ji Girtîgeha Curnê Reş ber bi Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzînganê ve hatibû sirgûnkirin. Mustafa Amutgan ê ku dihat payîn di 7’ê Tîrmeha 2024’an de were berdan, derket pêşberî Lijneya Îdarî û Çavdêriyê (ÎGK). Lijneyê bi gotina “Em te nas nakin, ji ber vê em nikarin rapora rewşa başhaliyê bidin” û bi hinceta ku “halê nebaş”, berdana wî cara yekemîn 6 mehan taloq kir.
Birayê Mustafa Amutgan, Ahmet Amutgan bertek nîşanî taloqkirina çaremîn da. Ahmet Amutgan diyar kir ku birayê wî di 7’ê Tîrmeha 2024’an de cezayê xwe qedandiye û ev tişt got: “Rexmê ku di ser qedandina cezayê birayê min re 19 meh derbas bûne jî, bi awayekî keyfî û nehiqûqî nayê berdan. Qala pêvajoyekê tê kirin, lê di girtîgehan de pêvajoyek wisa nîn e. Tevî qedandina cezayê xwe nayên berdan, ev yek nîşan dide ku girtî wekî rehîne tên girtin. Gelek girtiyên mîna birayê min hene. Ev sepan li dijî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk in.”
MA / MÊRSÎN / MEHMET GULEŞ







