PDK divê hesab bide

Şemî 16 Cotmeh 2021 - 02:28

  • Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû da zanîn ku li Xelîfanê hêzên ku gerîla şehîd kirine, hêzên ser bi PDK’ê ne û got, ‘’Diyar e bê ka ev kirina PDK’ê wê çilo bikeve dîrokê, lê bi gelê Kurd re wê xwe jî tine bikin.’’ 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû da zanîn ku li Xelîfanê hêzên ku gerîla şehîd kirine, hêzên ser bi PDK’ê ne û got, ‘’Diyar e bê ka ev kirina PDK’ê wê çilo bikeve dîrokê, lê bi gelê Kurd re wê xwe jî tine bikin.’’ 

Mustafa Karasû di Medya Haberê de ji Bernameya Taybet re têkildarî mijarên di rojevê de axivî. Karasû got, bi têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a van 23 salan a li Imraliyê, komplo bi giştî hatiye têkbirin.

Çima we qiyamet ranekir?

Karasû wekî din anî ziman ku di êrişên dagirkeriyê de yên dewleta Tirk ên li dijî gerîla bi mehan e gaza kimyewî tê bikaranîn û got, li dijî van êrişan di serî de Kurdistaniyên li Ewrûpayê, diviyabû gelê Kurd qiyamet rakira.

Karasû têkilî helwêsta PDK’ê ya ku di şerê dijî gerîla de destekê dide dewleta Tirk jî, got PDK bi van polîtîkayên xwe dewleta Tirk di êrişên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê de wêrek dike.

Karasû têkilî şehîdkirina xistina 6 gerîlayan a bi destê PDK’ê got, ‘’PDK ya ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dike, ji bo ku zor li dewleta Tirk nebe hevalên din şehîd kirine. Ka mirov vê çawa rave bike? Dibêjin, ‘’naxwe çi karê PKK’yiyan li vir heye?’ Çi karê dewleta Tirk heye, çi îşê MÎT’ê li xaka Kurdistanê heye? TC siberojê wê Tirkmenan bike hincet û Başûr dagir bike. 

Têkilî rewşa Xelîfanê, li gel ku şahid hene jî ti daxuyanî nehatiye dayin. Ê ku xilas bûye hevalekî ciwan e. 16 rojan tî, birçî, xwas dimeşe û digihîje hevalan. Û şahid e. Dibêje, bêyî ku hişyar bikin, di kemîn de tên şehîddikin. Ewên ku ji wan re pêşmergeyên roj tê gotin, beriya rûdana Xelîfanê li malbatên xwe yên li Rojava digerin, dibêjin, ‘PKK’yî hatine Xelîfanê, niha em bi ser wan de diçin.’ Tê fêhmkirin, kesên li Xelîfanê van hevalan şehîd dikin, rasterast girêdayî PDK’ê ne, ne bi ser hikûmetê ve ne. Hêzên taybet ên ser bi PDK’ê ne û ew çete ne ku ji wan re pêşmergeyên Roj tê gotin. Ev hêza çi ne? Ne hêzeke fermî ne, kî pereyan dide? Hikûmet nade. Pereyên gel didin van çeteyan ku ji wan re pêşmergeyên roj tê gotin. 

Eşkere ye ku ev kirinên PDK’ê bi çi rengî wê bikevin dîrokê, lê wê xwe jî biqedînin. Bi gelê Kurd re wê xwe jî biqedînin. Mirov ev qasî famkor nabe. PDK divê hesabê şehîdên Xelîfanê bide.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.