Li bajarê Trento yê li Bakurê Îtalyayê, rêûresmeke kevn heye. Ev rêûresma ku êdî bûye weke rîtûelekê, her sal tê dubarekirin. Ev rîtûel nexasim jî ji bo siyasetvanên herêmê pêk tê û dema ev rîtûel pêk tê, siyasetvan ji tirsan dilerizin!
Navê vê rîtûelê “Tonca” ye. Ev rîtûel di navbera sedsala 14 û 17’an de herî zêde pêk hatiye. Li gorî rîtûela Tonca, her sal kesek di qefesekê de dîl dihat girtin û ev qefes noqî binê ava Çemê Adige dikirin. Çemê Adige yek ji wan çemên herî mezin ê Îtalyayê ye. Ev cezayekî giran ê kevn bû. Lê di dema îro de ev rîtûel weke parodî pêk tê. Rîtûela Tonca her sal di şahiyên “Feste Vigiliane” yên dawiya Hezîranê de pêk tê. Yanî parçeyekî girîng ê van şahiyan e.
Beriya ku kesekî (siyasetvan) ceza bikin, dadgehek tê ava kirin. Dadgeha bi navê “Tribunale di Penitenza” (Dadgeha tobekariyê) li xelkê vekirî ye û bi awayekî eşkere tê kirin. Her wiha dadwer, dozger, parêzer û bersûc jî di dadgehê de hazirin. Yanî her tişt bi awayekî rasteqîn pêk tê. Lê ev tişt hemû weke parodî û rexneyekê ne, ev e taybetmendiya rîtûelê. Kesên ku weke bersûc tên nîşandan, tên dadgehkirin û ceza li wan tê birrîn. Ev kes bêhtir siyasetvan in, yanî kesên tên sûcdarkirin û ceza li wan tê birrîn, siyasetvan in. Lê hin caran xelkê ji pîşeyên cuda jî tên cezakirin.
Piştî dadgehê, di nav bersûcan de kesek tê hilbijartin û cezayê giran ê qefesê li vî kesî tê birrîn. Xelk vî kesî dixe qefesê û bi werîsan yan jî kindîran wî noqî bin ava Çemê Adige dikin. Qefesê sê caran noqî bin ava cemidî ya weke qeşayê dikin û bi vî awayî rîtûel bi dawî dibe.
TRENTO