Divê êdî bêdeng nemînin

Şemî 22 Sibat 2025 - 03:35

Dadgeha Gelan a Daîmî (PPT) 5-6'ê Sibatê li paytexta Belçîka Brukselê li hev kom bûn. Di vê rûniştina ku di bin navê "Dadgeha Gelan a Rojava" de hat lidarxistin de dadgerê Îtalyayî Domenîco Gallo yê di qada hiqûqa navneteweyî de tê naskirin jî di heyeta dadgehê de cih girt. Dadger Gallo, der barê sûcên li Rojava hatine kirin de ji ANF'ê re nirxandin kir. Dadgerê navneteweyî Gallo, diyar kir ku wan delîlên xurt ên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine û destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk li Rojava bi armanca tunekirina nasname, çand û rewşa jiyanî ya gelê Kurd e. Gallo, da xuyakirin ku guhdarîkirina şahidan, bîhîstina êş û azaran û bi taybetî kiryarên tundiyê yên li dijî jin û zarokan tên kirin, gelek giran in.

Rayedarên Tirk berpirsiyar in

Gallo, anî ziman ku civaka navneteweyî ji bo vê rewşê ne hesas e û got ku Tirkiye serweriya Sûriyeyê binpê dike. Dadger Gallo, got ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê ji ber ku hevalbendê Tirkiyeyê ye çavê xwe ji van binpêkirinan re girtiye û serweriya Sûriyeyê tê binpêkirin. Gallo, êrîşên li dijî gelê Kurd bi awayekî eşkere weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî bi nav kir. Gallo, da xuyakirin ku dewleta Tirk yekser ji sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berpirsyar e û got:"Desthilata Tirk û Serokkomar Erdogan, weke rêveberên fêîlî yên SMO yekser ji sûcên li herêmê hatine kirin berpirsyar in. Erdogan di bin navê terorê de hewl dide van êrîşan rewa bike. Lê di rastiyê de yê ku li dijî gelê Kurd ê li Rojava kiryarên terorî pêk aniye Tirkiye bi xwe ye."

Dewleta Tirk cesaretê werdigre

Dadger Gallo, diyar kir ku biryarên 'Dadgeha Gelan a Rojava' ya li Brukselê hatiye avakirin xwedî girîngiyeke mezin e. Gallo, anî ziman ku armancên herî girîng ên dadgehê ew e ku rastiyên bûyerên li herêmê diqewimin ji raya giştî re eşker bike û hişyariya kolektîf ava bike. Gallo, da xuyakirin ku ji bo gavên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de werin avêtin bi bandor bin, girîng e raya giştî balê bikişîne ser vê rewşê û bikeve nava tevgerê. Callo, her wiha "bêdengiya civaka navneteweyî" li hemberî sûcên giran ku li herêmê pêk tên rexne kir û xwest êdî li hemberî Tirkiyeyê helwest bê raberkirin. 

Domenico Gallo kiye?

Domenico Gallo weke dadger salên dirêj li Dadgeha Romayê wezîfe meşand. Demekê navber da pîşeyê xwe û li Senatoya Îtalyayê wezîfeya sekreteriya komîsyona parastin û senatoriyê meşand. Gallo di sala 1996’an de car din bû dadger û di Yekîtiya Dadgerên Ewropa û Dadgerên Demokratîk de bi rolên aktîf rabû. Gallo têkildarî pirsgirêkên navneteweyî û mijarên mafên mirovan xwedî gelek berheman e.

ANF/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.