Li Rojava sûcên şer hene
În 7 Sibat 2025 - 03:35
Parêzer Ezio Menzione li Brukselê ji bo nîqaşkirina sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye, weke dadger tevlî trîbunalê dibe destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiryareke dagirkeriyê ye û got:"Niha hemû hêza xwe xistiye dewrê. Tirkiye di bin navê ‘ewlehiyê’ de ji sala 2019’an û vir ve êrîş û kiryareke dagirkeriyê pêk tîne. Piştî hilweşîna Beşar Esad jî Tirkiye hê azadtir tev digere, ji bo dagirkeriya xwe berfireh bike û bandorê li siyasetê bike qadek wê çêbû. Armanca wê yê destpêkê, bêparhiştina Kurdan ji rêveberiya xwe ya xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ya duyemîn jî dixwaze di bin navê herêmên ewle de xwe li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigihîne hin sînorên Iraqê. Meseleya krîtîk ev e. Kurd bi hemû hêz û biryardariya xwe dixwazin pêşî li vê berfirehbûna Tirkiyeyê bigirin."
Li dijî peymana Cenevreyê ne
Parêzer Menzione, da xuyakirin ku êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava bi awayekî vekirî sûcê şer û sûcên li dijî mirovahiyê ye û got ku ev êrîş di çarçoveya binpêkirina Peymanên Cenevreyê de ye û got:"Ev sûcên şer tenê bi bûyerên niha re ne sînordar in. Herî kêm di nava pênc salên dawiyê de dewleta Tirk sûcên şer ên gelek mezin pêkaniye. Mînak, hedefgirtina nexweşxane û navendên tenduristiyê. Hedefgirtina stasyonên benzînê û tesîsên avê… Em behsa mirovên bi zorê hatine koçberkirin û li kampan dimînin nakin jî. Ev rewşeke ku divê neyê qebûlkirin. Ev bi xwe sûcek e û ji ber ku li dijî sivîlan e sûcekî hê mezintir e. Di Protokola Cenevreyê de ji bo van kiryaran hikmên pir zelal hene û gelek ji van kiryaran weke sûcên li dijî mirovahiyê tên pênasekirin.
NY di krîzê de ye
Parêzer Menzione, helwesta Neteweyên Yekbûyî ku yek ji desteyên sereke ên parastina Peymanên Cenevreyê ye, li dijî êrîşên li ser Rojava nirxand û got:"Bêdengiya NY’ê ya li pêşberî bûyerên diqewimin, krîza mezin a ku niha ev sazî tê de ye radixe pêş çavan. NY’ê di gelek pevçûnan de nikare helwesteke tund nîşan bide. Tiştên ku li herêmên Filistînê yên dagirkirî rû didin li ber çavan bigirin. Dibe ku rewşa li wê derê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xerabtir e, lê belê kêm zêde di heman astê de ye. Ji ber vê yekê, divê em zextê bikin ku zorê bidin NY’ê ku helwesteke zelal nîşan bide.”
Ji dewletên Rojava cesaretê digre
Parêzer Menzione, destnîşan kir ku dewleta Tirk hêz ji welatên rojavayî digire û li dijî Kurdan Rojava sûcên giran dike û got:’’Helwesta Rojava li hemberî sûcên ku Tirkiye hem li welat û hem jî li derveyî welat dike diyarker e. Eger îro dewleta Tirk dikare her cure êrîşê bike, nîşaneya vê ye.”
Modela Rojava wan ditirsîne
Parêzer Menzione, diyar kir ku tehemûla Tirkiye û Erdogan li hemberî rêveberiyeke Kurd a xweser nîne û got:“Van salên dawî min gelek wext li Kurdistana Tirkiyê derbas kir û min dît ku Kurdên li wir Rojava çawa weke modêlekê dibînin. Ji bo şopandinê weke mînakekê dibînin û ev jî tam tişta ku Erdogan naxwaze. Ji ber vê yekê herêma xweser a Kurdan a li Sûriyeyê hedef digire."
ANF/SERKAN DEMÎREL