Sirra veşartî ya tabloyê Pîcasso

Pêncşem 13 Sibat 2025 - 00:54

Dîroknasên hunerê, keşf kirin ku di bin tabloya Pablo Pîcasso ya bi navê “Portreya Mateu Fernández de Soto” ku di sala 1901’ê de çêkiriye de porteya jinek a veşartî heye.

Ev keşif, bi saya teknîkên rontgen ên li Geleriya Courtauldê hatin kirin derket holê. Analîz, nîşan didin ku porê jinê hatiye topkirin, ser milê wê xwar û tiliyên wê diyar in. Tê zanîn ku Pîcasso di salên bohem ên li Parîsê de bi armanca teserufê, li ser tuvalek çend caran wêne çêkiriye. Ev tablo, Serdema Şîn a hunermend nîşan dide û ji be întihara hevalê wî yê nêz Carles Casagemas şêweyek melankolîk nîşan dide. Vê portreya veşartî ya hatiye keşfkirin, li ser xebatên destpêkê û merheleya hunera Pîcasso agahiyên nû dide. Berhem di navbera 14’ê Sibat – 26’ê Gulana 2025’an de dê li Galeriya Courtauld were pêşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.