Çandek resen a Kurdî: Hespsiwarî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 22 Nîsan 2025 - 00:51

Di demê berê de hesp di şoreşên Kurdan de hatine bikaranîn û gelek sûd jê wergirtine. Îro jî hesp di nava welatiyan de tên xwedîkirin. Hespê Kurdî wek yek ji kevintirîn cinsên hespan li cîhanê tê naskirin. Her çend ji demên kevnar ve li Kurdistanê siwarbûna hespan zêdetir bû, lê piştî gelek salan dûrketinê, ji bo siwarbûna hespan û veguhestinê nayên bikaranîn. Li ser vê yekê hinek ji hespsiwarên herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê axivîn. Ekrem Mihemed ku 20 salin hespan xwedî dike got:“Çanda vejandina siwariyê kevneşopiyeke xweşe, boneyek xweşe û şopa xwe ya Kurdî heye. Divê her sal ji aliyê hikûmetê ve festîvalek taybet ji bo siwariyê were lidarxistin da ku ev çand pêş bikeve û neyê windakirin.”

Hespsiwarek din Rêber Mistefa jî got:“Divê em hîn zêdetir çanda xwe ya siwariyê zindî bikin. Hespsiwariyê, reseniya wan û çawaniya bikaranîn û xwedîkirina wan fêrî nifşên nû bikin. Ji ber ku hespê Kurd taybetmendiyên xwe yên taybet heye. Hespên Kurd di hemû festîvalan de navûdenge. Ji demên kevin heta îro di festîvalan de hatine nîşandan. Li welatan bi taybetî jî Îran hîna jî bi hespên Kurdan serbilinde.” Her wiha hespsiwarek din Sefîn Serhed jî diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve hezkirinek wî ya taybet ji hespsiwariyê re heye û got:“Giringe ku hesp û mehîn bi pêşangehên taybet bi rêya festîvalan bên nîşandan da ku ev çand winda nebe. Hespên me yên ciwan û resen hene. Divê werin derxistin û xelk bibînin.”

ROJNEWS/ŞAREZÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.