Ocalan ji bo herêmê girîng e

Sêşem 21 Çile 2025 - 03:00

  • Parêzer Mîchela Arrîcale diyar kir ku Tirkiye li aliyekî dibêje çareserî li aliyê din jî bê navber Sûriyeyê bombebaran dike û got: Li gorî min Birêz Abdullah Ocalan ji bo hemû wekheviya herêmê rolek girîng wê bilîze. Hêviya min ev e ku Birêz Ocalan di nav gel de bê dîtin.

Hevseroka Koma Têkoşîna Hiqûqî ya Navneteweyî û Navenda Lêkolîn û Pêşxistinê ya ji bo Demokrasiyê ya Îtalyayê Mîchela Arrîcale der barê hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin axivî û wiha got:’’Belê di hevdîtinê de behsa domandina tecrîdê dike. Ev rast e. Pêkhatina vê hevdîtinê gavek girîng bû lê dema em dinêrin têr nake.Piştî hevdîtinê cezayek dîsîplînê ya 6 mehên din hat dayîn. Parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Divê em têkoşînê xurt bikin. Ev biryarek siyasî ye. Ne hiqûqiye. Birêz Ocalan di hevdîtina duyemîn de got ‘Paradîgma Erdogan û Bahçelî ya nû’. Ev gav başe lê biçûk e. Divê hîn bêtir pêş bikeve.  Ji ber tenê yên siyasî dikarin hevdîtinê bikin. 

Aliyekî diyalog aliyekî êriş 

Di encamê de çi dibe bila bibe em kêfxweşin ji ber bi Abdullah Ocalan re hevdîtin hat kirin agahî jê hat girtin, rewşa wî baş e. Ez her sibeh rojnameya Erdogan Sabahê dixwînim. Der barê PKK û pirsgirêka Kurd de geşedanan dişopînim. Lê Kurdan dikin hedef û newekheviyê dikin. Li aliyekî dibêjin çareserî li aliyê din êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Em dizanin ku Birêz Ocalan di çareseriya demokratîk de di çareseriya siyasî ya herêmê de dikare rolê bilîze. Em dizanin ku Tirkiyeyê piştgirî da çûyîna rejîma Esad. Tirkiye dixwaze hêza xwe pêş bixîne. Lê ji bo vê gava xwe bidomîne hewceyî bi yekbûna Tirkiyeyê dibîne, bi Tirkiyeyek xurt dibîne. Ji ber vê mijara Kurdan ji nûve danî ser maseyê. Ev aliyek e. Balkêşe ku Bahçelî ev nîqaş dan destpêkirin. Di vî alî de dixwaze pêşiya muxalefetê bigire û bê ku bisekine dibêje ez mijarê çareser dikim.

Heroj bombardumanê dikin

Ev gava hatibe avêtin mirovan kêfxweş bike jî em nizanin ji bo çareseriyê ji muxataban çi tê xwestin. Ya hatiye dîtinê berdana çekan a PKK’ê ye. Tirkiye ku behsa diyalog û çareseriyê dike li aliyê din her roj li Sûriyeyê Kurdan bombebaran dike. Ji ber vê jî em niha dipên û hêvî dikin.

Navnîşana meclîsê rast e

Mîchela Arrîcale derbarê nîşandana meclîsê ya weke navnîşan a Rêber Abdullah Ocalan jî wiha got:’’Bêguman girîng e. Parlamento cihê hatiye hilbijartin ya siyaseta kolektîf a siyaseta demokratîk e. Ji ber vê jî di parlamentoyê de avakirina çareseriyê girîng e. Bi vî awayî wê ne lihevkirin, çareseriya siyasî ya navbera gelan de pêk bê. Ev tiştekî başe û gavek girînge. Lê divê zelalî hebe. 

Hevdîtin gaveke girîng e

Derbarê tecrîda dewam dike û helwesta gelê Kurd de jî Michela Arrîcale wiha axivî:’’Ez wisa difikirim ku birêz Ocalan û gelê Kurd wê ne tenê Tirkiye, tevahiya herêmê di yekitî û aştiya herêmê de roleke bingehîn bilîzin. Em nizanin ev însiyatîf însiyatîfeke rast a siyasî ye yan tevgereke siyasî ye, yan jî wê hewl bidin mirovan ji tiştekî re amade bikin û bidin xuyakirin ku ‘binerin, em ji aliyê din daxwaza aştiyê dikin, lê ew bi hev re naaxivin.’ Em ê bibînin. Nîqaş û hevdîtin di rewşa heyî de gavek mezin e. Dema hevdîtina yekem a bi biraziyê birêz Ocalan re pêk hat em kêfxweş bûn, lê em nizanin wê serdana duyemîn bi parlamenteran re kengî pêk were. Dema ku ev pêk hat wê demê em ê bawer bikin ku rêyek rastîn ber bi çareseriyê ve tê avêtin, lê hîn zû ye ku mirov vê bibêje. Lê ez hêvî dikim ku ev yek bibe gaveke rasteqîn a aştiyê û tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Ez hêvî dikim ku em hemû birêz Ocalan di raya giştî de bibînin, ev jî wê bibe mizgîniyek ku tecrîda ku bi salan e berdewam dike wê di sala 2025’an de bi dawî bibe. Ev ê bibe nûçeya çêtirîn ku em ê her dem bibihîzin. Hêvîdarim ev rê berdewam be. 

JINNEWS/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.