Parêzvanên tovên Kurdistanê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 1 Cotmeh 2022 - 05:36

  • Li gorî tovên ku kom kirine, meriv fêhm dike ku li Kurdistanê gelek tovên qedîm winda bûne û xelk jî ji bo zêde ber digirin, xwe li tovên nû yên hazir û biyanî digire. Ev yek jî dike ku li Kurdistanê koka tovên berê biqele û ew nemînin.

ARDÎN DÎREN

 

Bişar Îçlî û Zekî Kanuay, tevî çend heval û dostên xwe, ev demeke dirêj e li Amedê wargeheke çandiniyê ava kirine û li vê wargehê heta ji destê wan tê, tovên berê yên li Kurdistanê diparêzên, qeyd dikin û li welatiyan belav dikin. Ev wargeha ku ava kirine, di heman demê de li hemberî çandiniya pîşesaziyî û tovên hazir, bûye jîngehek jî. Ji ber ku ew li hember tovên hazir ên biyanî disekinin û heta ji wan tê, tovên herêmî bi kar tînin û pêşniyaz dikin. Her wiha ew li ser van tovan lêkolînan jî dikin, diçin gundan û tovan jî kom dikin. Lê li gorî tovên ku kom kirine, meriv fêhm dike ku li Kurdistanê gelek tovên qedîm winda bûne û xelk jî ji bo zêde ber digirin, xwe li tovên nû yên hazir û biyanî digire. Ev yek jî dike ku li Kurdistanê koka tovên berê biqele û ew nemînin. Ew baş hay ji vê yekê hene ji lewma jî karekî wiha giring danîne pêşiya xwe û pê re mijûl in.

 

‘Bi xêra Êzîdiyan min tov naskirin’ 

Bişar Îçlî beriya ku bi tovan re mijûl bibe li Kampa Êzîdiyan a Amedê dixebite. Ciyê ku kamp lê danîne, ji bo çandiniyê guncav e. Ji bo karibin hin tiştan tov bikin, ji gundên derûdorê ango, Lice, Bismil û Farqînê tovên kevin dibînin û wan tovan datînin. Piştre jî serayekê çêdikin û di serayê de gelek cûreyên tovan datînin. Bi vî awayî di sala 2015’an de bostanan ava dikin û ev çand her diçe li kampên din jî belav dibe. Bişar Îçlî wiha behsa serpêhatiya xwe ya bi tovan re dike; “Di vê meseleyê de divê behsa jinan bikim, tê bîra min 6 mehên ewil, ew qet ji çadirên xwe derneketin. Lê piştî ku me tov dîtin û bi şûn ve, ew jî ji konên xwe derketin û ev bostanên ku ew behsa wan dikim, bi destên wan hatin avakirin. Wan ji tov fêhm dikir, bi saya wan, ez hay ji giringiya tovan çêbûm û min gelek tovên nû nas kirin. Ev zanîna min a derbarê tovan de bi xêra wan çêbû.”

 

Da ku Kurdistan ji van tovan xalî nebe!

Piştî ku qeyûm bi ser şaredariyan ve digirin karên wan yên kampan jî bi dawî dibe û nikarin xebatên xwe bi dawî bikin. Ji ber ku Bişar Îçlî bi saziyên şaredariyê re dixebite. Her wiha Zekî Kanuay jî li Zanîngeha Dîcleyê di beşa çandiniyê de mamoste ye. Ew jî ji kar tê dûrxistin. Ji bo ew karibin karên xwe bidomînin, cihekî wiha ava dikin û li vir careke din dest bi xebatên xwe dikin. Çend malên bi kerpîç jî lê dikin û warekî xweş ava dikin. Bi demê re gelek hevalên din jî li dora xwe kom dikin û li vir tovan kom dikin û diparêzin. Her wiha şitlên datînin jî li derûdorê belav dikin da ku ev tovên berê winda nebin û Kurdistan ji van tovan xalî nebe!

‘Em şitlan belav dikin lê veger tine ye!’

Her du heval demeke dirêj e ji tovên ku datînin û dikin şitil, li xelkê belav dikin. Lê kesên ku şitlan dibin, li wan venagerin. Ev yek jî nahêle ku derbarê wan tovan de bibin xwedî agahî û hîn bibin, bê ka li kîjan herêmê kîjan tov baştir mezin dibe û li wê axê tê. Zekî Kanuay wiha dibêje, “Ev bû çend sal, em şitlan li xelkê belav dikin lê veger tine ye. Yên ku şitlan dibin, careke din li me venagerin. Bi vî awayî nabe. Gundî jî fêrî rehetiyê bûne. Em ê êdî şitil nedin wan, yên bixwazin bila werin tov bigirin. Dema em şitil didin wan, xwe zêde aciz nakin, lê heger em tov bidin wan, dê ew jî kedê bidin û tovan nas bikin. Divê ew bi xwe van tovan deynin. Kesên ku ji bo salên bê, tovan hilnedin û li me venegerînin, em ê carake din tov nedin wan. Yanî şopandina vî karî giring e, divê her kes hay ji vê yekê hebe. Her wiha divê ji bo vî karî pergalek were avakirin da ku domdarî hebe û ev kar bi rêk û pêk bimeşe.”

 

Li çengek genimî zeviyekî zêde dikin

Serpêhatiya wan ya herî balkêş û bi mane jî wiha ye; rojekê hevalekî wan di nav goreyekê de çengek genim ji wan re tîne. Ew jî radibin wî genimî li zeviyê tov dikin û ji çengek genim zeviyek genim çêdikin. Lê dema genim simbil dide, dibînin ku gelek cûre genim di nav hevde çêbûne. Yanî genimekî tevlihev e. Di navberê de çend sal derbas dibe ew navê van geniman hîn nabin û her wiha wê dayikê jî qet nabînin. Lê sala çûyî bi awayekî xwe digihînin gundê dayikê û dayikê dibînin. Beriya biçin cem dayikê, çend qevd genimên ji hev cihê jî hazir dikin û dibin cem dayikê da ku navê van geniman hîn bibin û dixwazin jê re bibêjin, “Te çengek genim da me, lê me jî ji vî çengek genimî zeviyek genim rakir.” 

 

Dayika Nazîme û zanîna wê ya qedîm

Gava ew xwe digihînin gundê Gêlê yê bi navê Qelbîn, Dayê Nazîme jî nas dikin. Dema Dayê Nazîme çav bi qevdên geniman dikeve navên wan geniman yek bi yek wiha rêz dike, “Ev genim ‘baxacax’, ev genim ‘simbil siya’, ev genim ‘xelo spî’, ev genim ‘koro’ û ev jî ‘eşare’ ye…û wiha dewam dike bi zanîneke qedîm.” Ji bo genimê bi navê “Simbil Siya” ew dibêje, “Tê bîra min di wextê de me tenekeyek ji vî genimi datanî û 22 teneke jê digirtin!” Dayika Nazîme tenê navê van geniman nabêje, her wiha kîjan genim ji savar re û kîjan genim ji arvan re dibe, yanî ew behsa taybetmendiya wan jî dike.

Zekî Kanuay vê yekê weke mucîzeyekê dinirxîne û bi gotineke Zerdeşt balê dibe ser giringiya çandiniyê û gotinên xwe wiha bi dawî dike; “Hilberîna li ser axê ya bi avê û saya rojê, îbadeta herî pîroz e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.