Parçebûn bandorê li yekitiyê dike
Sêşem 22 Tîrmeh 2025 - 03:30
Li Siwêdayê nakokiyên di navbera rêberên olî yên civaka Durzî de zêde bûne, desthiladariya rûhanî li Swêdayê, di navbera sê şêxan û du desteyan hatiye dabeşkirin. Ev yek parçebûna helwesta siyasî û civakî ya Durziyên li Sûriyeyê nîşan dide.
Rêberên olî li Swêdayê pergala bingehîn a nasnameya civaka Durzî ye û ji bo rengdayîna hişmendiya siyasî, civakî û birêvebirina karûbarên endamên mezhebê xwedî roleke bingehîn e. Ev rêber ji bo mafên civakê bi desthilatên fermî re têkiliyan dike, nakokiyan çareser dike. Lewma her wisa desthiladarên Sûriyeyê di tevahiya dîrokê de xwestine ku vê rola rêberan bixin destê xwe. Di rojên dawî de, li Siwêdayê êrişên li ser civaka Durzî li bajar û gundewarên wê zêde bûn û aloziyên ewlehiyê çêbûne ku bûne sedema kuştina bi sedan kesan. Ji ber wê careke din rol û helwestên rêberên olî yên Durzî yên herî navdar, ku wekî "Şêxên Aqil" têne naskirin, derket holê. Van rêberên ku di civaka Durzî de xwedî cihekî girîng in, li hember hikumeta veguhêz a Sûriyeyê xwestek û helwestên durziyan li Siwêdayê nîşan da.
Sê şêx û du hewldan
Sê şêxên herî navdar ên Eqlê li Siwêdayê hene: Yûsif Cerbû, Hemûd El Henawî, û Hîkmet El Hicrî. Her yek ji wan nûneriya rêbezekî cuda dike, ev yek cudabûna nêrînên der barê siberoja Durziyan de nîşan dide. Şêx Yûsif Cerbû, ji malbata navdar a Cerbû ye, ku bi sedsalan Şêxaniya Cebel El Ereb kiriye. Ew hewl dide civaka Durzî nêzîkî hikûmeta veguhêze û têxe bin destê wê. Cerbû dihat nasîn ku piştgiriya rejîma Esed a berê dikir, lê piştî zêdebûna pevçûnan, wî xwest bi Şamê re lihevhatinê bike û xwest saziyên dewletê vegerine û komîteyên çavdêriyê yên hevbeş werin avakirin. Şêx Hîkmet El Hicrî, serokê Durziyên Muwehidîn e, li dijî peymanên agirbestê û bêçekkirina civaka Siwêdayê ye. El Hicrî piştî şêxîtî ji birayê xwe wergirt, banga berxwedana berdewam a li dijî hikûmeta veguhêz kir û got ku Durzî rastî "şerekî tunekirinê" tên, her wiha got ku hikûmeta heyî "berdewama DAIŞ`ê û rêxistineke terorîst" e. Li gorî wî, çareseriya rastîn a têkiliyên bi Şamê re "nenavendîbûna demokratîk"e. Şêx Hemûd El Henawî bi helwesta xwe ya nerm tê nasîn, doza diyaloga neteweyî dike û parçebûn û şerê navxweyî qebûl nake. Li gorî wî divê çek bi rêya saziyên dewletê werin kontrolkirin û destwerdana derve qebûl nake û dibêjê divê parastineke herêmî hebe. Bi îdiaya ku parastina sivîlan lihevkirina herêmî hewce dike. Tevî rola wî ya navbeynkariyê û xwesteka wî ya parastina aştiya navxweyî jî, wî di van demên dawîn de û piştî bûyerên dawîn ti daxuyaniyek an jî helwesteke rasterast nedaye. Der barê mijarê de raporên ji Îsraîlê diyar kirin ku hikûmeta veguhêz berî ketina Siwêdayê hevkarî bi Îsraîlê re kiriye, lê belê wan payman binpê kirine ku bû sedema êrişên hewayî yên Îsraîlê li ser hin deverên li Şam û Swêdayê. Rewşa Siwêda di bin serokatiya van rêberên olî de, hîn jî tevlihev e ku nakokiyên kûr ên siyasî û civakî nîşan dide. Ev nakokî helwestên cuda yên "Şêxên Aqil" de nîşan dide, ku hin ji wan teslîmbûn û têkiliyên bi hikûmeta veguhêz re dixwazin, hinek din berxwedana çekdarî wekî erka parastina Durziyan û pêkanîna mafên wan dibînin. Di navbera wan de, siberoja vê devera stratejîk nediyar e.
ANHA