Rêwiyekî xeyalan: Hogir

Duşem 21 Tîrmeh 2025 - 03:25

Di ser êrişa xwekuj ya 20'ê Tîrmeha 2015'an a DAIŞ'ê ya li dijî ciwanên sosyalîst ku dema dixwestin beşdarî avakirina bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin û ji zarokan re pêlîstokan bibin, li li navçeya Pirsûs a Rihayê kom bûn, 10 sal derbas bûn. Yek ji kesên ku di êrişê de şehîd bû Ûgûr Ozkan bû ku di 28'ê Sibata 1989'an de li navçeya Cîzîr a Şirnexê ji dayik bûbû. Malbata wî ku ji strana "Hogir" a ji albûma hunermend Xelîl Xemgîn îlham girtibû û biryar dabû ku dema jidayikbûnê navê wî bikin "Hogir". Lê belê, midûriyeta nifûsê navê wî qebûl nekiribû, bi îdiaya ku "xeternak" e. Tevî ku di nasnameyê de navê wî Ûgûr be jî, ew "Hogir" ê malbatê ma. Ozkan di sala 1993'an de bi malbata xwe re koçî Stenbolê kir. Ozkan ku xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Stenbolê qedand, li Beşa Lojîstîkê ya Zanîngeha Mêrsînê bi cih bû. Lê belê, ji ber çalakiyên wî yên siyasî, rêveberiya zanîngehê mafê wî yê perwerdehiyê bi dawî kir û Ozkan beşdarî xwepêşandanên Geziyê bû. Piştî vê demê, Ozkan ji Mersînê vegeriya Stenbolê û berî êrişê çûbû Kobanê û bi çavên xwe şahidiya hovîtiya DAIŞ'ê kiribû. Ozkan ku dixwest cara duyemîn biçe Kobanê ku pêlîstokan ji zarokan re bibe û li vir di karê elektrîkê yê avakirinê de bixebite. Lê vê carê jî di êrişa DAIŞ'ê de hat qetilkirin. Ozkan li Cîzîr ku lê ji dayik bûbû bi merasîmeke bi beşdariya deh hezaran kesan hat veşartin. Mehmet Ozkan ku tenê dikarîbû piştî kurê xwe bibêje "serkeftin", beşdarî Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê bû. Di 10 salên borî de, Ozkan beşdarî her rûniştina ku li Rihayê tê lidarxistin bûye û daxwaza xwe ya edaletê dubare kiriye.

Biryara veşartîbûnê heye 

Ozkan ku rexne li hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdagê kir ku ji ber ku beşdarî merasîma cenaze nebûne û bi bîr xist ku fermana nepenîtiyê ya li ser dosyeya dozê 11 mehan dom kiriye û got:"Kesî 11 mehan bi me re têkilî danenî. Piştî hewldanan, em di dawiyê de bi Serdozgerê Giştî yê Rihayê re civiyan. Pêşî, min Abdurrahman Omer Aslan pirsî ku li cihê komkujiyê ji hêla gel ve hat girtin, rihê wî ji hêla polîsan ve hatibû qusandin û di çenteyê wî de ala DAIŞ'ê hebû. Dozger got, 'Ez nizanim ew kî ye.' Hevalekî me ew tarif kir û ji me re got ku wî çi dîtiye. Dû re dozger got, 'Ew dibe ku polîs be.' Dema ku min pirsî ka ew çawa dikare polis be, wî got, 'tevlihev nekin' û hevdîtinê bi dawî kir." Bav Ozkan anî ziman ku di 10 salên darizandinê de hema bêje tu daxwazên wan nehatine qebûlkirin. Bav Ozkan destnîşan kir ku malbatên ku zarokên xwe di komkujiyê de winda kirine tenê daxwaza edaletê dikin û got:"Ger dadgeh nikaribe edaletê peyda bike, divê ne li ser wê qoltixê be. Min nikarîbû navê kurê xwe bikim Hogir. Ez neçar mam ku navê Ûgûr lê bikim û min xwest gava mezin bibe bila ew biguherîne. Wî çend caran ji min re got, 'Ez ê te bidim ber dadgehê û navê xwe biguherim.' Lê ew neçû serî û wî bi vî navî jiyana xwe ji dest da. Vê yekê bandorek li ser min kir. Kurê min ne kujer bû, ew şehîd bû. Serê min her gav ji ber wî bilind e. Bila her kes bizanibe ku em ê dest ji daxwaza edalet û rastiyê bernedin."

MA/EMRULLAH ACAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.