Êrişa li goristanan nîjadperestî ye
Duşem 21 Tîrmeh 2025 - 03:40
ROZA METÎNA / AMED
Endamê Meclisa DEM Partiyê Lezgîn Bîngol bi lêv kir ku fikra êrişa li dij goristanan, ne xwediyê rûmeteke mirovahiyê ye û got:”Ev destên ku êrişî Goristana Xerzanê kir bi temamî destên tolhildanê bûn. Zîhniyeta dibêje ‘Kurdê herî baş ê mirî ye’ niha jî dibêje ‘Kurdên herî baş ên gorên wan tune ne’. Ev fikreke nîjadperestî ye. Ev fikir ne xwediyê rûmeteke mirovahiyê ye. Êrişa li Goristana Xerzanê û hemû gorên dinê jî nîjadperestî ye.”
Goristana Garzanê, ku di navbera gundên Oleka Jor û Oleka Jêr ên Bedlîsê de ye û 268 cenaze lê hatine veşartin, di navbera 8 û 17'ê Kanûna Pêşîn a 2017'an de bi êrişê rû bi rû ma. Artêşa Tirk pêşî hemû kevirên goran hilweşandin û di navbera 8 û 13'ê Kanûna Pêşîn de tabelaya goristanê rakir. Piştî ku dîmen derketin holê, Walîtiya Bedlîsê ketin û derketina gund qedexe kir. Di navbera 14 û 17'ê Kanûnê de, eşkere bû ku hemû gor hatine vekirin û cenaze birine cihekî ne diyar. Di Tebaxa 2013'an de, artêşa tirk avahiya mizgeft û akademiyê ya di nav goristanê de jî hilweşandin. Heta kevirên goran ên ji goristanan, ku bi alavên înşaetê hatibûn hilweşandin, li kamyonan hatin barkirin û birin cihekî ne diyar.
Cenaze di bin peyarêyê de veşartin
15 rojan kes nehat agahdarkirin ka cenaze birine ku derê. Di daxuyaniyekê de di 2'yê Çileya 2018'an de, Waliyê Bedlîsê îdia kir ku cenaze ji bo nasnameyê birine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK). Paşê eşkere bû ku cenaze demekê li ATK'ê hatine hiştin, piştre jî di binê peyarêyên Goristana Kilyosê ya Stenbolê de hatine veşartin. Piştre gelek malbat ji bo dayîna nimûneyên xwînê çûn Stenbolê. Heta niha, nêzîkî 30 cenaze ji malbatên xwe re hatine vegerandin, lê çarenûsa cenazeyên din hîn jî nayê zanîn.
Ji sala 17'ê yê Kanûna 2017'an vir ve qedexeya ketina Goristana Xerzanê û herêmê qedexe ye. Bi salan şûnde ji Ajansa Mezopotamyayê Adnan Bîlen dîmenê herî dawî yên goristan û gundan parve kiribû.
Êrişên li dijî goristanên li Kurdistanê jî piştre dewam kirin. Dîsa Artêşa Tirk hemû gorên li goristana Bestayê ya herêma Şirnexê bi kepçe û balyozan rûxandiye.
Endamê Meclisa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Lezgîn Bîngol yek ji şahidê ewil ê hilweşandina Goristana Xerzanê û birina 268 cenazeyên ji Goristana Xerzanê ya ji bo Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê, têkildarî êrişên li dijî nirx û hafizaya gelê kurd, armanc û sedemên wê nirxandin kir.
Xwestin kokên me yên axê hişk bikin
Lezgîn Bîngol di destpêkê de da zanîn ji bo jiholêrakirina hafizayekê êriş li goristanan tên kirin û wiha got:”Miriyê me kokên me yên di axê de ne. Ji dîrokê heta niha ji bo goristanan wateyek hatiye barkirin. Civakê jî ji bo Goristana Xerzanê wateyên cuda lê bar kirine. Hinekan wekî cihê serhildana li dijî zilmê, hinekan wekî goristana statuya civakî, hinekan wekî cihekî bîrdariyê û hinekan jî wekî sembola çand û hafızaya civakî pênase kirine û wiha wate lê bar kirine. Ger hûn ji min pirs bikin ez dikarim bibêjim mirov dikare vana hemûyan di nava Goristana Xerzanê de bibîne. Loma jî mekanîzmayeke di nava dewletê de ji bo van nirxana ji holê rake û hafizayê ji holê rake kete nava tevgerê. Û goristan bi temamî ji holê rakirin. Xwestin kokên me yên di axê de hişk bikin. Ev yek ji bo kesên sax hestekî çawa yî ? Bi rastî jî di şîrovekirina vê yekê de zehmetiyê dikşînim.”
Êrişa li Goristana Xerzanê nîjadperestî ye
Lezgîn Bîngol bi lêv kir ku fikra êrişa li dij goristanan, ne xwediyê rûmeteke mirovahiyê ye û wiha pê de çû:”Ev destên ku êrişî Goristana Xerzanê kir bi temamî destên tolhildanê bûn. Di nava sînorên Tirkiyeyê de birdoziyeke derew, sixte û prole hat belavkirin. Li gor kesên xwediyê vê birdoziyê ne, mirov tirk be ev tiştekî gelekî mezin e. Loma jî ew dibêjin kurdên tune tên hesibandin, her tim heqarek li wan tên kirin, nikarin li dijî vê birdoziya me serî rakin. Ji xwe re dibêjin ma kurd kî ne ? Li gor vê birdoziyê, kurdên serî hildidin divê goristaneke wan jî tune be. Zîhniyeta dibêje ‘Kurdê herî baş ê mirî ye’ niha jî dibêje ‘Kurdên herî baş ên gorên wan tune ne’. Ev fikreke nîjadperestî ye. Ev fikir ne xwediyê rûmeteke mirovahiyê ye. Êrişa li Goristana Xerzanê û hemû goristanên dinê jî nîjadperestî ye.”
Di qutuyek plastîk de cenaze teslîm kirin
Lezgîn Bîngol diyar kir ku ew bûne şahidên derxistina 268 cenazeyên ji Goristana Xerzanê û wiha dewam kir:”Di navbera PKK û dewletê de ji 1984’an vir ve pevçûnek tim çêbû. Vê pevçûnê heta roja me ya îro jî dewam kir. Ev jî tê wateya 41 salî. Ravekirina êşên di vê pêvajoyê de hatine kişandin, hema bêje ne pêkan e. Keça min Dîlan Bîngol di sala 2014’an de li Kobanê di nava YPJ’ê de li dijî DAÎŞ’ê şer kir û şehîd ket. Me cenazeyê wê di çarçoveya prosedurên Saziya Tipa Edlî ya Rihayê girt û li Goristana Xerzanê defin kir. Li dijî vê goristanê her tim êriş dihatin kirin. Di dawiya sala 2017’an de em hîn bûn, hemû cenaze hatine derxistin. Bi tevahî 268 cenaze bûn. Piştî hewldaneke mezin, piştî mehek û nîvekê cenazeyê me teslîm kirin. Dîsa di heman goristanê de cenazeyê biraziyê min, Faysal Bîngol jî hat dîtin. Em di sala 1999’an de hîn bûn, di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye. 20 salî em li hestiyên biraziyê min geriyan. Bi tespîta DNA’yê ji Goristana Xerzanê derket. Di sala 2019’an de li Kîlyosê di hundurê qutuyeke plastîk de cenaze teslîmî me kirin. Ez nikarim derûniya negihaştina hestiyên zarokeke mirovan pênase bikim. Mirov her roj bi xeyalê zaroka xwe radikeve û radibe. Tarîfa texrîbata vê yekê ya di mirov de ava dibe, tune ye. Bi kurtasî ev pêvajoya îşkenceyeke giyanî ye.”
Hiqûq û mirovahî ji holê rabûn
Lezgîn Bîngol bi lêv kir ku di pêvajoya jiholêrakirina Goristana Xerzanê de hiqûq pûç bûye, mirovatî ji holê rabûye û wiha bi dawî kir:”Di mudaxaleya li hember Goristana Xerzanê de rastiya netew-dewletê heye. Heger mudaxaleya li hember goristanan biryareke dewletê be wê demê, pêvajoya hiqûqî tenê dibe çîrokek. Li gor min hilweşandina goristanan di hemû pêvajoyên dewletê de bû biryarek. Di vê rewşê de pêvajoyên hiqûqî ji aliyê nûnerên mekanizmaya netew-dewletê ve tê pûçkirin. Jixwe di serdema pêvajoya Goristana Xerzanê de hiqûq hat pûçkirin. Min bi xwe jî serlêdana sûc kir. Ne erênî ne jî neyînî bersivek jî nehat dayin. Di mijara jiholêrakirina Goristana Xerzanê de ne hiqûq ne jî mirovatî hebû. Dema ez çûm goristanê, li hemberî dîmenê min dît min got ‘min ji mirovatiya xwe şerm kir’. Heta niha jî fikra min neguheriye. Tiştê hat serê me trajediyek bû. Li gor min wê demê mirovatî qediya bû.”