Ez pir serbilind bûm

Duşem 21 Tîrmeh 2025 - 03:35

Bi banga "Aştî û civaka Demokratîk" ya ku Rêber APO şûnde gavek dîrokî ya din hat avêtin. Li ser banga Rêber APO gerîlayên Koma Aştî û Civaka Demokratîk li bajarê Silêmaniyê ya Başurê Kurdistanê di merasîma pêk anîn de çek şewitandin. Yek ji kesa di koma ji 30 kesî pêk dihat cih digirt, Azîme Çiya (Bahar Delîcî) bû. Azîme Çiya li navçeya Milazgir a Mûşê ji dayik bû, di 13 saliya xwe de dayika xwe winda kir û bû dayika pênc xwişk û birayên xwe. Di 17 saliya xwe de, wê berpirsiyariyên mezintir girt ser xwe û tevlî PKKê bû, bi xeyala azadkirina axên ku lê ji dayik bûye û lê mezin bûye. Di sala 2014'an de berê xwe da çiyayên azad. Malbata  Bahar Delîcî ku 11 sal şûnde keça xwe dît hestên xwe parve kirin. Dayika Azîme Çiya hîna biçûk bû wefat dike. Damariya wê Habîbe Delîcî, wê mezin dike. Habîbe Delîcî da zanîn ku ew bi keça xwe serbilind e û got:“Bi saya wê em serbilindin. Em dixwazin ku bila dayika kesî negirî. Bila kezeba tu dayikê neşewite. Ev êş 50 sale di dilê dayikan de ye. Şukur ku keça min li serê çiyane. Bala her kesî li ser e. Her kes serbilind e. Bila kezeba tu dayikî neşewite. Bila êdî aştî pêk bê. Bila dewlet aştiyê pêk bîne.”

Bila êdî çek bêdeng bin 

Bavê wê Rifat Delîcî jî destnîşan kir ku ew aştiyê dixwazin û got bila tu kes zarokên xwe winda neke û got:“Bi sedsalane zarokên me tên qetilkirin. Êdî bes e. Bila kes negirî. Bila mirin tunebûn. Em dixwazin zarokên me bên. 11 sale keça min çûye. Min tu agahî negirtibû. Min digot belkî şehîd bûye. Min cara yekem keça xwe dît. Ez pir hestiyar bûm. Li gel Besê Hozat bû. Ez pir serbilind bûm. Bila êdî çek bêdeng bin. Ez bavê gerîla me. Dixwazim keça xwe bibînim. Ez bi keça xwe serbilindim.”

JINNEWS/MÛŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.