Demokrasî pêdiviyeke hebûnî ye
Çarşem 9 Tîrmeh 2025 - 02:50
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar, da zanîn ku demokratîkbûn ji bo Sûriyeyê pêdiviyek hebûnî ye û got:"Pêwîst e ji azadiyên giştî û mafên mirovan re rêzdarî hebe."
Cîgirê Hevserokatiya MSD’ê Riyad Derar, der barê hewldanên ji bo veguherîna demokratîk li Sûriyeyê, girîngiya destûrê, rola civaka sivîl û helwestên aliyan li ser pêvajoya siyasî de axivî.
* Bi nêrîna we, ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê, pêkanîna aramiyê û ewlehiya jiyana welatiyan pêdivî bi çi heye?
Veguhertina demokratîk pêvajoyek dirêj û aloz e, bi ketina rejîmê re ew pêvajo bi dawî nabe. Eger hewldaneke demokratîbûnê têk çû ev nayê wê wateyê ku demokrasî ne mumkun e, ev tê wateya ku astengiyên bingehîn ên wekî artêş, mezhebperestî, elîtên kevin û destwerdanên derve hene.
Li Sûriyeyê, demokrasî mumkun e, lê hinek şert hene. Ya yekem ew e ku dawî li zordestî û otorîterîzmê were, bi taybet otorîterîzma leşkerî. Pêdivî bi hemwelatîbûna wekhev heye, li ser bingeha mezheb, eşîr an jî ol nabe. Dîsa pêdivî bi hêzên sivîl û rêxistinên siyasî yên ku bi rastî jî bi demokrasiyê bawer in heye. Hewcehiya me bi dewletek pêşketî heye ku li hember ol û mezheban bêalî be, maf û azadiyan biparêze.
Tevî hewldanên mezhebperestî, destpotiya demdirêj û destwerdanên derve jî, çareserî pêkane, bi rêya avakirina dewletek nenavendî û demokratîk ku mafên hemî pêkhateyan mîsoger bike, gengaz e.
Demokrasî bi rêya hilbijartin û pirrengiyê, aramiya siyasî misoger dike. Demokrasî dawî li paşguhkirinê tîne, saziyên hesabpirsînê diafirîne, li dijî gendeliyê şer dike welat diparêze. Ya herî girîng jî, mantiqa ‘serokê ebedî’ tune dike û nasnameyek neteweyî ya li ser bingeha mafan xurt dike.
* Ji bo pêşvebirina veguherîna demokratîk a li Sûriyeyê MSD dikare çi bike?
MSD dikare tevlî hewldanên veguherîna demokratîk bibe, ji ber ku ew xwe wekî projeyek demokratîk, laîk û nenavendî pêşkêş dike; ji bo avakirina sîstemek rêveberiyê ya piralî têdikoşe, nenavendîbûnê wekî mîsogeriya nûnertiya hemû pêkhateyan qebûl dike. Lewma MSD dikare modelek demokratîk pêk bîne ku bibe model.
MSD dikare kanalên diyalogê bi pêkhateyên din ên siyasî, bi rejîma heyî û opozîsyonê re veke. Divê amûrên xwe yên demokratîk li hundir pêş bixe û rê li ber beşdariya berfireh a gel veke.
* Bi nêrîna we, siberoja Sûriyeyê dê çawa be? Ji bo serkeftina wê divê çi gav bên avêtin?
Di bin siya hikûmeta El Şeraa de ku têgeha demokrasiyê qebûl nake, dê ev pêvajo dirêj û dijwar be. Ger ev hikûmet xwe ji otorîterîzma kevneşopî cuda neke, wê pêvajoya veguherîna demokratîk dirêj bibe. Ev yek dê serkeftina veguherîna demokratîk asteng bike. Veguherîna demokratîk bi îradeya siyasî ya hikûmetê ve girêdayî ye. Xebatên şênber lazim in, ne tenê axaftin. Hikûmetê heta niha behsa demokrasiyê an jî têgeha niştimaniyê nekiriye. Divê bi awayekî şênber pêvajoya demokrasiyê, destûrê û pirrengiyê were şopandin.
Divê hemî hêz û pêkhateyên neteweyî û opozîsyon beşdarî diyalogek vekirî destûrî û reforma siyasî bibin. Pêwîste ji azadiyên giştî û mafên mirovan re rêzdarî hebe.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN