Bikaranîna olê li dijî nirxên îslamê ye

Çarşem 23 Tîrmeh 2025 - 03:35

Di bûyerên vê dawiyê yên li hin deverên Sûriyeyê qewimîn de, hin diyarde û kiryarên li dijî mirovahiyê bi navê ol û mezheban hatin kirin. Sivîl hatin kuştin, mal hatin şewitandin û talankirin û bêrêzî li çand û pîroziya civakan hate kirin. Şêx Murşîd Maşûq Xeznewî diyar kir ev kiryar û diyarde cihê mixabiniyê ne û dûrî nirxên îslamê û yên mirovahiyê ne û got:"Tiştê tên kirin, cihê xemgînî û mixabiniyê ne, mirov li ser destên zaliman êşan dikişînin, komên ku ji ol û exlaqê dûr ketine, fitneyê belav dikin.” Der barê tiştên ku li Sûriyeyê diqewimin Xeznewî bal kişand ser bûyerên li Swêdayê û gundewarên wê li dijî Durziyan qewimîn û tekez kir ku ev kiryar tu têkiliya wan bi îslamê re tune ne, lê "kiryar û tevgerên çeteyên terorîst in" ku dixwazin rêz û rûmeta mirovan bişikînin û da zanîn ku ev tişt li dijî hemû nirxên mirovan e. Xeznewî xwest li hember kesên ku olê ji bo berjewendiyên desthilatdarî yan mezhebî bi kar tînin, helwest were nîşandan, her wiha daxwaza eşkerekirina reftar û kiryarên li dijî exlaqên mirovan kir, wek terorkirin û bêrêziya li hember sembolên çandî pênase kir û got:"Divê helwestek were girtin ji bo pêkanîna lihevhatina neteweyî li ser bingeha hevpejirandinê û rêzgirtina cihêrengiyê. Divê li dijî gotara komên tundraw, gotara aqil û zanebûnê were belavkirin, divê rayeke giştî ku baweriya wê bi edaletê û lihevhatinê tê were avakirin, rayeke giştî ya li dijî zilmê.” Şêx Murşîd Maşûq Xeznewî bang li hemû aqilmendên li seranserê Sûriyeyê kir ku “bibin dengê wijdanê, piştgirê heqiyê û mertala exlaqê li dijî kesên ku dixwazin nasname û olê ji bo serdestî û tevliheviyê bi kar bînin”. Her wiha da zanîn ku ev tişt bi parastina nirxên resen pêkan e.

ANHA/EHMED SEMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.