Dawiyê wê demokrasî biser bikeve

În 8 Tebax 2025 - 03:10

Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso têkildarî geşedanên li Sûriyeyê yên piştî hilweşîna rejîma Baasê rû dan û siberoja Sûriyeyê da zanîn ku gelê Sûriyeyê girîngiya projeya demokratîk dizane û ji bo bidestxistina wê tê dikoşe û got:"Geşedanên bilez û xeternak ên ku piştî hilweşîna rejîma Baasê qewimîn, bala cîhanê kişand ser hundirê Sûriyeyê, hemû alî matmayî man ku çawa komeke ku hîn jî di lîsteya terorîstan de ye, karîbû bi hêsanî bigihêje deriyên Şamê. Ev yek di nava civata navneteweyî û hemû pêkhateyên çandî yên li hundir û derveyî welêt de bûye cihê fikaran.” Hiso destnîşan kir ku hatina Heyet Tehrîr El Şam û avakirina "hikumeteke veguhêz" a bi yek rengê siyasî, parçebûna di hundirê Sûriyeyê de kûrtir kiriye û bûye sedema nakokiyên îdeolojîk ên xeternak, hem li hundir û hem jî li derveyî welêt. Ji ber ku hin aliyên navneteweyî piştgiriya vê nêzîkatiya yekalî dikin, ev jî siberoja welêt dixe nava metirsiyê. Hiso da zanîn ku Sûriye bi nêzîkatiya yekreng nayê birêvebirin. Çareserî tenê bi rêya projeyeke demokratîk ku hemû pêkhateyan nas bike û Sûriyeyeke bi rastî piralî ava bike, pêkan e. Xerîb Hiso diyar kir ku şer niha di navbera du ramanan de ye; demokrasî û zordarî. Hiso got divê Sûriye bibe demokrasiyeke ku hemû gel û pêkhateyên xwe nas dike, ji ber ku înkarkirina demokrasiyê wê bibe sedema karesat û şerên navxweyî. Hevserokê PYD’ê destnîşan kir gelê Sûriyeyê îro daxwaza pergala demokratîk dike, wekî nimûneya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê. Hiso diyar kir ku îro li deverên peravê yên Sûriyeyê û her wiha li Siwêda, Hums, Hema û Idlibê dengên ku daxwaza demokrasiyê dikin bilind dibin, ev jî nîşan dide ku gelê Sûriyeyê ji şer û trajediyan westiyaye û gihaştiye wê baweriyê ku rêya derketina ji vê rewşê tenê avakirina sîstema demokratîk e ku mafên wan pêk bîne û got:"Di dawiyê de wê demokrasî li Sûriyeyê bi ser bikeve".

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.