Tê xwestin sîstema navendî pêk bê
În 25 Tîrmeh 2025 - 03:00
Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê sûriyeyî Malik El Hafiz têkildarî pêkanînên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê wiha got:"Bingeha pirsgirêkê ne tenê binpêkirin bendên Danezana Destûrî ne, lê ew hewl didin pêvajoya veguhêz wek pêvajoyeke domdar û dawîn nîşan bidin, da ku desthilata li gorî pîvanên sazkar bikin."
Pêkanînên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ne li gorî hêviyên sûriyeyiyan bûn, ji derxistina zagon û qanûnên ku piştî hilweşîna rejîma Baasê derxistne heta hewldanên wê yên ferzkirina wan zagonan bi rêya tundiyê li hin deverên li derveyî kontrola wê. Ev yek dihêle ku sûriyeyî bitirsin ku piştî zêdetirî 13 salên şoreşê rejîmeke wekî ya berê were avakirin.
Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê sûriyeyî Malik El Hafiz der barê mijarê de got: "Kiryarên desthilata veguhêz a niha tiştekî weke rêveberiya de facto ku bi hêza zagonan tê ferzkirin, nîşan dide. Ferman û zagon ji bo ferzkirina desthilateke yekalî tên bikaranîn, ne ji bo birêvebirina pêvajoyeke veguhêz ya demkî û piralî. Li şûna ku ev qonax wekî pirekê be ber bi ji nû ve avakirina dewletê li ser bingehên hevkariyê, desthilata îro rola desthilata otorîter pêk tîne.
Malik El Hafiz destnîşan kir ku bingeha pirsgirêkê ne tenê binpêkirin bendên Danezana Destûrî ne, lê ew hewl didin pêvajoya veguhêz wek pêvajoyeke domdar û dawîn nîşan bidin, da ku desthilata li gorî pîvanên sazkar bikin.
Malik El Hafiz wiha dewam kir: "Ev şêwaza bikaranîna desthilatê, bingeha dewleteke otorîter ava dike, lê bi rengekî cuda Ew ji bo ferzkirina hişmendiya teng a desthilatdariyê, zagonan bi kar tînin, û sisteme navendî ji nû ve pêk tînin.”
ANHA/QAMIŞLO/EHMED SEMÎR