Divê rêveberiya Sûriyeyê aramiyê bi cih bîne

Sêşem 8 Tîrmeh 2025 - 03:10

Nivîskar û rojnamevanê Sûriyeyî Xalid El Serhan diyar kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsê parastina tevahî sûriyeyan e û got:” Divê rêveberiya nû ya Sûriyeyê ewlehiyê û aramiyê bi cih bîne, azadiyên bingehîn di serî de azadiya baweriyê misoger bike.”

Digel zêdebûna xîtabên tehrîdkirinê û binpêkirinên yekser ên bifikar, li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de binpêkirinên li dijî azadiyên olî û baweriyan berdewam in. 

Rojnamevan Xalid El Serhan têkildarî mijarê got: “Divê rêveberiya nû ya Sûriyeyê ewlehiyê û aramiyê bi cih bîne, azadiyên bingehîn di serî de azadiya baweriyê misoger bike. Divê hesabxwestineke cidî ji her kesê binpêkirin li dijî sivîlan kirine were kirin, rêyeke rastîn a edaleta pêvajoya veguhêz were vekirin. Sûcdarên şer neyên efûkirin û ji nû ve kesên di rejîma berê de sûc kirine venegerin ser kar."

Li gorî El Serhan, ji aliyê hikumetê ve li dijî xîtaba nefretê û mezhebperestiyê, çi di aliyên siyasî yan jî çapemeniyê de dibe, kêmasiyên aşkera hene û divê ev yek demildest werin çareserkirin.

Di heman demê de El Serhan teqezî bi betalkirina "Danezana destûrî" kir û banga lidarxistina diyalogeke niştîmanî ya navxweyî ya rastîn kir û diyar kir ku ev diyalog divê ji ya Sibata borî ya li Şamê cudatir be, tevahî hêzên niştîmanî, bi taybet jî Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser beşdar bibin.

Herî dawî El Serhan banga bicihanîna bendên peymana Adarê ya di navbera serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri û Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî de kir, di heman demê de daxwaza pêkanîna bendên wê ji bo yekkirina saziyên sivîl û leşkerî kir ku bi wê re welat derbasî qonaxa lihevhatina niştîmanî û aramiyê bibe.

ANHA/ NAVENDA NÛÇEYAN/YEHYA EL HEBÎB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.