Li Siwêdayê şer dewam e

Pêncşem 17 Tîrmeh 2025 - 03:05

Piştî binpêkirinên ku ji hêla hêzên hikumeta veguhêz a Şamê ve li dijî gelê Siwêdayê hatin kirin, şer dewam kir. Artêşa Îsraîlê jî êrişî cihên leşkerî yên li herêmê kir.

Roja sêşemê çend saet piştî agirbestê, pevçûnên li Siwêdayê dîsa gur bûn. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) şahidan got ku komên çekdar ên herêmî di hundirê bajêr de êrişeke dijber dane destpêkirin û xalên stratejîk ên li dora Nexweşxaneya Neteweyî, bazara navendî, Meydana Tişrîn û taxên din ên di nava bajêr de ji nû ve xistin bin kontrola xwe.

Li gorî çavkaniyan, aramiya ku piştî peymana agirbestê çêbû, zêde dewam nekir. Ji ber ku hêzên hikumeta veguhêz a Şamê gelek binpêkirin li dijî şêniyan kirin, wekî kuştin, hilweşandina xaniyan û talankirina dikanan. Lewma şer dîsa dest pê kir. Çavkaniyan diyar kir ku komên herêmî ku xwe ji şer dûr xistibû, piştî belavkirina dîmenên binpêkirinan ên li dijî sivîlan, dîsa tev li şer bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.