Li Siwêdayê 37 kes hatin kuştin!

Duşem 14 Tîrmeh 2025 - 16:15

  • SOHR’ê ragihand ku di encama pevçûnên li bajarê Siwêdayê yên di navbera qebîleyên Bedewî û şervanên herêmî de 37 kesan jiyana xwe ji dest dane. 

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), têkildarî şer û pevçûnên li bajarê Siwêdayê ku piranî Durzî lê dijîn ên di navbera qebîleyên Bedewiyan û şervanên herêmî de daxuyanî da. SOHR’ê da zanîn ku heta niha 37 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji van 27 jê Durzî û 10 jî Bedewî ne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku 2 jê zarok 50 kes jî birîndar bûne. 

Wezareta Karên Hundir a hikûmeta demkî ya Şamê jî îdia kir ku ev pevçûn ji ber rageşiyên di demên berê de kom bûne derketiye. 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çekdarên eşîrên Bedew berî çend rojan li ser rêya giştî êrişî ciwanekî ji Siwêdayê kir, piştî wê çekdarên Siwêdayê û çekdarên eşîran hin kes ji her du aliyan revandin û alozî kûrtir bû, her du aliyan rêya Siwêda-Şamê girt û li wir di navbera wan de pevçûnên dijwar rû dan. ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.