Çîroka lehengiyê ya gelê Kurdistanê
Duşem 21 Tîrmeh 2025 - 03:50
- HPG-NRÇ’ê nasnameya Bahoz Zerdeşt ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, eşkere kir û got:’’Fermandarekî me yê fedayî yê Apoyî bû ku ji bo gelê me bi rola dîrokî rabû û di asta pêşengiyê û mînak de beşdar bû.”
HPG-NRÇ’ê nasnameya Bahoz Zerdeşt ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, eşkere kir. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:“Ewladê bi wêrek ê gelê me yê Serhedê, milîtanê pêşeng ê partiya me PKK’ê û fermandarê me yê fedayî yê Apoyî hevrê Bahoz Zerdeşt Serhed 8’ê Adara 2024’an di êrîşa dijmin de şehîd bû. Gelê me yê Serhedê mexdûrê komkujiyên Agirî û Zîlanê ye. Ewladê bi wêrek ê gelê me yê Serhedê hevrê Bahoz bi eşqek mezin, biryardarî û hesta tolhildana dîrokî tevlî PKK’ê bû. Bi baweriya xwe ya li hemberî Rêber Apo, xwe bi temamî fedayî têkoşîna azadiyê ya gelê me kir. Bi fedayîtiyeke ewqasê mezin tevlî doza azadiyê bû ku; bû sedem du xwişk-birayên wî, hevjîna wî, xizmên wî û gelek mirovên wî yên din jî beşdarî têkoşîna azadiyê bibin. Ji bo gelê Kurd û Kurdistanê çi bike, kêm dît. Timî hîs dikir ku deyndarê gelê xwe ye û hewl da hîn bi bandortir têbikoşe. Hevrêyê me Bahoz fermandarekî me yê fedayî yê Apoyî bû ku siberoja wî ronî bû, ji bo gelê me bi rola dîrokî rabû, di asta pêşeng û mînak beşdar bû. Çîroka têkoşînê ya hevrêyê me Bahoz û malbata wî, di heman demê de bi cewherî dîroka gelê Kurd û Kurdistanê jî nîşan dide. Di şexsê fermandarê bi wêrek hevrê Bahoz de yê ku Kurdistan jiyan kir û da jiyankirin, em hemû şehîdên leheng ên malbata Atsak bi rêzdarî bi bîr tînin. Di serî de malbata me ya welatparêz a hêja û gelê Serhedê, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em ê bibin şopdarê soza ku me daye şehîdan.
Xwe ti carî têr nedidît
Hevrêyê me Bahoz weke fermandarekî fedayî yê Apoyî yê ku xwe, gelê xwe û welatê xwe baş nas dike û dizane. Mîna ku hevrê Bahoz bi xwe tîne ziman, ew ji malbateke welatparêz tê. Lê belê yê ku di nava malbatê de pêşketineke mezin pêk anî hevrê Bahoz bi xwe ye. Hin ji xizmên wî yên nêz ên tevlî gerîla bûn di dem û cihên cuda de gihîştin şehadetê, hevrêyên me yên din ên milîtan ên Apoyî jî li qadên cuda yên Tevgera me bi lehengî têdikoş in. Hevrê Bahoz di sala 2005'an de ji bo tevlîbûna xwişk û birayê xwe nava gerîla, rol lîstiye. Birayê wî hevrê Hakî- Yasîn Atsak ê tevlî nava gerîla bû di 17'ê Hezîrana 2017'an de li qada Şenkaya ya Erzîromê di dema pevçûna bi dijmin re gihîşt şehadetê. Hevrêya me Delîla- Eylem Atsak, ku di heman demê de hevser û keç mamê wî ye 24’ê Îlona 2015’an di Operasyona Şoreşgerî ya li Beytûşebabê şehîd bû. Hevrêyê me Dogan-Cafer Atsak ku kurê mamê wî ye di sala 2009’an de li Ûrmiyeyê şehîd bû. Keç mamê wî Ronahî- Ozlem Atsak 6’ê Îlona 2020’an li herêma Şêx Cûma ya Garzanê di şerê li dijî dijmin de heta guleya xwe dawî li ber xwe daye, ji bo ku dîl nekeve destê dijmin bombeyê xwe teqandiye û gihiştiye şehadetê. Kur mamê wî Mahîr- Ferhat Atsak di 17'ê Tîrmeha 2022'yan de li navçeya Licê ya Amedê heta guleya dawî li hember dijmin şer kir û gihîşt şehadetê. Li vê derê hevrêyê me Bahoz weke ewladekî pêşeng ê malbateke hêja ku ewladên ewçend leheng, hêja û qehreman ji bo têkoşîna azadiyê feda kiriye, weke şoreşgerekî tevgeriyaye. Hevrêyê me Bahoz di çalakiya li dijî karakola Bezelê de rolek bi bandor lîstiye, ji ber vê ji aliyê hevrêyên xwe ve hatiye xelatkirin. Hevrêyê me ji Zagrosan heta Avaşîn û Garê pratîk meşandiye û fermandarî kiriye. Hevrêyê me Bahoz piştî ku li Akademiya Hakî Karer perwerde dît, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku paya xwe ji mirovbûnê negirtine û êrîşê gelê me kirin, pêşî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û piştre jî li Şengalê şer kiriye. Hevrê Bahoz bi lehengiyeke mezin pêşengî ji vî şerî re kir û di sala 2015'an de birîndar bû. Di vî şerî de ji herdu ling û milê xwe birîndar bû. Sekn, wêrekî, hevrêtî, dilsoziya bi têkoşînê re, meşa bê dudilî di xeta şehîdan de û hevaltiya wî ya jidil ew kiriye fermandarekî mînak. Hevrêyê me Bahoz bi eşqek mezin bû dilsozê gelê Kurd, welatê me Kurdistan, şehîdên me yên ezîz û Rêberê me Apo ku em deyndarê wî ne. 8’ê Adara 2024’an dema li ser wezîfeya xwe di êrîşa dijmin de şehîd bû. Çîroka têkoşînê ya hevrêyê me Bahoz û malbata wî, di heman demê de bi cewherî dîroka gelê Kurd û Kurdistanê jî nîşan dide. Em fermandarê leheng Bahoz ê ku di şexsê xwe de Kurdan jiyan kir û da jiyankirin, bi rêzdarî bi bîr tînin, em soz didin heta ku em armanc û xeyalên wî pêk tînin, em ê têbikoşin û bîranîna wî timî bidin jiyîn." Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Bahoz Zerdeşt Serhed bi vî rengî ne:
Bahoz Zerdeşt Serhed (Avnî Atsak), li Ebexê jidayîk bûye, 8’ê Adara 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN