Ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Sêşem 15 Tîrmeh 2025 - 17:15
- Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li şopa rejîma Baas’ê rê nade ku sotemenî derbasî taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê bibin.
Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber kêmbûna sotemaniyê, wekî tedbîreke pêwîst, saetên xebitandina jenaratoran a li gorî sîstema ampêran kêm kirine.
Li gorî bernameya nû, jenaratorê dê êvarî 3 saetan tenê an ku ji 19.00’an heya 22.00’an werin xebitandin.
Çavkaniyekî Şaredariya Gel û yek ji Meclisa Giştî ya her du taxan der barê sedemên kêmkirina saetên xebitandina jenaratoran de agahî dane ajansa ANHA'yê. Çavkaniyan diyar kirin ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ev demeke nahêle sotemenî derbasî her du taxan bibin, di encamê de sotemenî hema bêje diqede, miqdara maye jî ji bo firne û nexweşxaneya yekane ya ji bo her du taxan hatiya hiştin.
Li gorî rêxistinên hiqûqî yên xwecih, 18’ê Hezîranê îsal, hêzên ewlehiya giştî ya hikumeta veguhêz û çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li benda kontrolê ya hevbeş a li ser rêya di navbera bajarê Dêr Hafirê û Helebê de hejmarek ajokarên tankerên sotemeniyê û alîkarên wan revandibûn.
Firqeya 4’an a rejîma Baas’ê ji 2018’an heya roja rûxandina wê ve, ambargoyeke giran li ser Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê ferz kiribû. Ji ber nebûna sotemeniyê hejmarek zarok jiyana xwe ji dest dabûn. ANHA/HELEB/XIYAS ŞEMSEDÎN