• Wêneyê bi navê “Lanscape with Pope/Dictator” yê şêwekarê Ekspresyonîst Francis Bacon, beriya niha li ti deverê nehatiye nîşandan.

Wêneyê bi navê “Lanscape with Pope/Dictator” yê şêwekarê Ekspresyonîst Francis Bacon, beriya niha li ti deverê nehatiye nîşandan. Ew ê di pêşangeha “The First Pope” de li Londonê were nîşandan.

Li gorî texmînên lêkoleran, Bacon fîgûrê “Papayê diqîre” di sala 1946’an de li Monte Carloya Monakoyê çêkiriye. Fîgûrê di wêne de hatiye xêzkirin ango Papa, bi cilûbergên olî û gomlek û krawatê xwe derdikeve pêş. Esas, ne Bacon navê “Dîctator” li wêneyê xwe kiriye, ji ber navbera wî û dîktatorên faşîst ne baş bû, ev nav li wêneyên wî kirine. 

Bacon şêwekarekî ateîst bû û tê zanîn ku wî di nav 20 salên hunermendiya xwe de nêzî 40 portreyên Papa çêkirine. 

Portreyê wî yê bi navê “Pope/Dîctator” dê heta 23’ê Nîsanê li “Gagosian Gallery” were nîşandan. Galeriyê gotiye, ev tablo ne ji bo firotanê ye û tenê dê were nîşandan.

LONDON