Pakistanê jî zarok qetil kirin

Pêncşem 18 Çile 2024 - 15:48

Pakistanê êriş bire ser eyaleta Sistan-Belûçîstan a Îranê, hate gotin di êrişên Pakîstanê de 9 kes hatine kuştin.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, Îrnayê, alîkarê waliyê ostana Sîstan-Belûçîstanê, Alîreza Marhametî gotiye, di êrişa Pakistanê de 9 kes hatine kuştin.

Merhametî got, “Di êrişeke mûşekî de ya li ser gundekî li ser sînor, 2 zilamên din jî mirin û bi vî rengî kesên ku hatine kuştin bûne 9.’’
Hatibû ragihandin di êrişa beriya vê de 4 zarok û 3 jin yanî bi tevahî 7 kes hatine kuştin.

Beriya bi du rojan Îranê li Pakîstanê dabû û di êrîşa Îranê de li gorî rayedarên Pakîstanî 2 zarok hatibûn kuştin.

Bi vî awayî her du welatan jî bi êrişên xwe yên bi moşekan zarok qetil kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.