Şêrko Celal şêwekarekî jêhatî bû. Lê ne tenê şêwekariya wî, ew di heman demê de bernameçêkerekî baş bû. Sala 2021´ê êdî wî arşîva medyayî ya herî mezin a şêwekarên Kurd bi bernameyên xwe çêkiribû. Ji Roj Tv ve em wî nas dikin. Ew bi rêya birayê xwe Rehber Celal berê xwe dide huner û xasma şêwekariyê, li Bexdayê vê beşê dixwîne.
Gava ji bo hejmara PolîtîkArt a 253’yê pê re peyivîm ji min re gotibû, "reng ji bo min gerdûnî ye". Wisa jî bû. Lê xwe ji xwedê nedikir. Rengên ji bo şêwekaran paşê hatibûn Başûrê Kurdistanê, di ser Bexdayê re. Qederê 400 bernameyî bi şêwekarên Kurd re çêkirin. Carinan gelekî cidî û carinan gelekî hizirî bû, lê timî dilnazik û ji mirovan re, ji mêvanên xwe yên bernameyê re xweş bû.
Carekê metnek ji min re anî, ji bo bernameyekê. Ji ber ku hunermend bi Kurdî nepeyivîbû, min jê re wergera wê kir û ew metn ji bo dublajê xwend. Piştî ku bername qediya û hate weşandin ji xafil ve pirsek kir: Tu hez ji resmên çawa dikî? Ji bo min pirseke ecêb bû, lewma hingê cihekî resmekî lê deynim û daliqînim nebû. Min jî got dayika min hez jî şîn û behrê dike, bila ez jî hez jê bikim. Got, baş e û çû. Piştî bi sê hefteyan gava me dîsa hev li studyoyên RojNV yên ku ji bo Roj Tv hingê bername çêdikirin, hev dît, resmekî împresyonîst bi axlebiya rengê şîn û kelekên di behrê de diyarî min kir.
Dayika min li hundirê dikana xwe daliqandiye. Timî mişteriyê wê dipirsin û ew jî dibêje, hunermendê Kurd Şêrko Celal ew çêkiriye. Bi xebera wefata wî ya pêr ez gelekî xemgîn bûm, dayika min jî gelekî xemgîn bû. Ji ber ku dayika min temaşevaneke dilsoz a Roj Tv bû û li bernameyên Şêrko Celal jî temaşe dikir.
Şêrko Celal ne tenê bi birayê xwe Rehber serbilind bû, ew bi bavê xwe jî serbilind bû. Gava ku behsa wefata bavê xwe ji min re kir, gotibû, "bavê min mamosteyê Ingilîzî yê Celal Talabanî bû". Di taziyê de jî Celal Talabanî bi xwe mamosteyê xwe ji bîr nekiribû û bi şexsê xwe çûbû û sersaxî ji malbatê re xwestibû. Erê ma ne Şêrko Celal jî weke Mam Celal Talabanî ji Koyê bû.
Em ê bêriya Şêrko, rengê axaftina wî, bername û mêvanên wî bikin. Oxir be hevrêyê ezîz.
parvê bike
Nivîsên Luqman GULDIVÊ
Hinek hatin xişxişê
4 teşrînê
Şahmaran û Nînazû
1 tîrmehê
Qey dizanin em Kurd in lema nehatin!
24 hezîranê
Welatê me divê bibe tifaqa me
27 gulanê