Ocalan xwe digihîne dilan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 3 Adar 2021 - 02:50

  • Fabiana Simonelli: Ocalan, dîwarên ku wî heps dikin, weke astengî nabîne, bi nivîsên xwe, bi dil û hizrên xwe, xwe digihîne me û dike ku em wî hîs bikin.

ALÎ OZŞERÎK

Şêwekara Îtalî Fabiana Simonelli wêneyê Rêber Ocalan xêz kir û got, "Ti dîwar nabe asteng mirov bigihîje dilê xwe".  

Şêwekar Fabiana Simonelli ji salên 1990’î ve Ocalan û miletê Kurd nas dike. Piştî ku Ocalan çûye Romayê êdî bêhtir xwe nêzî Kurdan û têkoşîna Kurdan dike. Cara pêşî wê li Bakurê Kurdistanê kitêbekê Ocalan xwendiye: "Diviyabû li bajarekî nêzî ser sînorê Tirkiye û Sûrî biçim serdana hevalekî xwe. Ji bo ku di rê de bixwînim, min rahişt kitêbeke ku hevalên min ên Kurd dabûn min. Gava wesaît gihişt Entabê, ber çemê Firatê, min fêm kir ku kitêba ez dixwînim li Tirkiyeyê sedema girtinê ye. Ev kitbeke Ocalan bû ya ku wî di hepsê de nivîsîbû. Du têgehên di kitêbê de gelek tesîr li min kirin, terîfên Ocalan ên ji bo "dîwar" û "sînor" gelekî tesîr li min kirin."

Xêzkirina rûdêna Ocalanî

Ew dibêje, "Rûdêna rêberê karîzmatîk ê têkoşîna azadiya miletê Kurd, hiseke lêgerînê bi min re peyda kir. Bi vî rengî fikra xêzkirina portreya wî peyda bû. Ev rûdênek e ku ez ê ti carî bi kurahiya wê fêm nekim, gava ku ez berê xwe qenc didimê, ew rûdêna wê kêliyê ye ku êş vediguhere hêzeke mezin." 

Ji bo tabloya xwe wê sûd ji fotografên Ocalan ên ji hepsa Îmraliyê sûd wergirtiye: "Di vî fotografî de zilamek heye. Mirovahiya wî heye, awirên mirovekî hene ku ji dil hez ji miletê xwe û xwe bi xwe dike. Ji ber ku min ev dîtin, min biryar da xêz bikim." 

Li ser portreyê, wê gotinên "Ti dîwar ti çaxî nabe asteng ku tu bigihîjî dilê xwe." Ev jî ji ber ku kitêba Ocalan tesîr li wê kiriye, tercîh kiriye: "Ocalan, dîwarên ku wî heps dikin, weke astengî nabîne, bi nivîsên xwe, bi dil û hizrên xwe, xwe digihîne me û dike ku em wî hîs bikin."  

Dîwar amûra şidetê ye

Ew ji ber tecrîdkirina Ocalan a 22 salan dibêje, ew nikare xeyal jî bike ka ev êsîrî tiştekî çawa ye û gotinên nivîskarê Romayî Sandro Bonvissuto bi bîr dixe: "Dîwar amûra herî tirsnak a şidetê ye. Ti carî bi pêş neket, ji ber ku jixwe bêqisûr hatibû dinê. Û dîwar ne ku ji bo tesîrê li bedena te bike hatiye çêkirin; tu destnediyê, ew dest nade te. Ne tiştekî biêşîne ye, fikrek e ku azarê dide."

Fabiana Simonelli li zanîngehê hunerên bedew xwendiye. Ew li ser kampanyaya ji bo azadiya Ocalan dibêje, "Civaka navneteweyî divê guh bide dengê Ocalanî. Ew bang dike ji bo ku mafê miletekî yê hebûnê bê qebûlkirin. Ji bo azadiya Ocalan divê her kes dengê xwe li vî dengî zêde bike."

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.