- Gelawêj Weledxanî dibêje, “Pratîkkerê şoreşê, îdeolog û nivîskar Abdullah Ocalan” îlham daye wê da ku vî berhemî çêke. Ya herî zêde tesîr lê kiriye jî karê Ocalan e, yê ku Jineolojî damezrandiye û teşwîq kiriye.
Li paytexta Norwêcê Osloyê, ji şemiya bihurî ve gotineke Rêber Abdullah Ocalan weke beşek ji projeyeke hunerî wê tevahiya zivistanê li xelkê vekirî be. Li ser gelek portreyên şervanên YPJ´ê yên ku di yek berhemê de hatine xêz kirin, gotinên Ocalan “Civakek ti carî nikare azad bibe, beyî azadiya jinê” bi Ingilîzî hatine nivîsandin.
Hunermenda Kurd Gelawêj Weledxanî (Gelawesh Waledkhani) pêşangeha xwe ya bi navê “Rojava: Şoreşa Jinê” şemiya bihurî (07.11.20120) li Osloyê vekir. Ev pêşangeha hanê yek berhemî ye. Bi yek berhemê Gelawêj Weledxanî bi sponsoriya Ajansa Huner Mesénê, li Rosenkrantz’ gate 14´ê gelek portreyên şervanên jin li dîtina xelkê vekir.
Kurator û spornsorên pêşangehê, gava behsa berhemê dikin, van gotinên Carne Ross a rojnamevan ên ji sala 2017´an jî bi bîr dixin: “Rojava şoreşa femînîst a yekê ya dinyayê ye”.
Îlhama wê Ocalan e
Gelawêj Weledxanî dibêje, “pratîkkerê şoreşê, îdeolog û nivîskar Abdullah Ocalan” îlham daye wê da ku vî berhemî çêke. Weledxanî bi bîr dixe ku Ocalan sekreterê giştî yê PKK´ê bû û piştî ku bi komployeke navneteweyî sala 1999´an hat revandin, wî çalakgeriya xwe bi nivîsên xwe yên ji hepsê dewam kiriye.
Ya herî zêde tesîr li Gelawêj Weledxanî kiriye jî karê Ocalan e, yê ku Jineolojî damezrandiye û teşwîq kiriye. Li gorî Weledxanî Jineolojî “zanist û fîlozofiya ku demokrasî, sosyalîzm, ekolojî û femînîzmê” ava bike ye.
Berê vê berhema wê ya gelek portreyên şervanên YPJ´ê li ser e 2 metro û nîv e, dirêjahiya wê jî 6 metro ne. Berhem wê tevahiya zivistanê, bi dîwarê derve yê Rosenkrantz’ gate 14´ê ve daliqandî be. Ev der weke mekanê pêşangehê yê li raya giştî vekirî tê bikaranîn. Ajansa huner Mesén dibêje, armanca wan bi vê yekê ew e ku azadiya xweîfadekirinê û minaqeşeya raya giştî teşwîq bikin.
Ji bo minaqeşeya raya giştî
Li ser portreyên Gelawêj Weledxanî bi Ingilîzî gotinên Ocalan hatine bicihkirin: A society can never be free without women´s liberation (Civakek ti carî nikare azad bibe, beyî azadiya jinê). Karê Gelawêj Weledxanî baweriyeke xurt a siyasî tevî aliyê tesîrker ê xêzkirinê û nivîsê, xwe dînamîk û xurt dide der. Kurator û produtor dibêjin, proje tevgera Kurd dide nasîn, a ku rola jinê weke çalak, beşdar û şervanên wêrek li bereya pêş ji nû ve rave dike yan jî ji nû ve datîne cihê wê.
Ev projeya huner li derve jî dixwaze di dema koronayê de derfetê çêke ku huner xwe bigihîne raya giştî. Kurator dibêjin, ew bi huner re her wiha mijarên siyasî yên weke krîza penaberan, şerê Kurdan ê ji bo azadî û demokrasiyê jî derxin pêş, yên ku ji ber pandemiyê çapemeniyê êdî deriyê xwe li wan girt. Li gorî kuratorê şideta li dijî jinê jî di dema krîza koronayê de zêde bûye û bi vê pêşangehê ew balê dikişînin ser vê. Ew dibêjin, ew her wiha her diçe bêhtir kesixandina mafên demokratîk jî bi vê yekê dixin rojeva xelkê. Ji bo projeya Gelawêj Weledxanî jî ew dibêjin, “Projeya hunerî ya Waledxanî ya li Rosenkrantz’ gate ji bo minaqeşeya raya giştî yên siberojê girîng e, ji ber ku ew îşaret dike bi pêvajo û têkoşînên nedarîçav dewam dikin; ev têkoşîn û pêvajo hem li vir û hem jî li derve diqewimin.”
Gelawêj Weledxanî kî ye
Gelawêj Weledxanî hunermendeke Kurd e ku li Osloyê dimîne. Ew sala 1982´yan li bajarê Başûrê Kurdistanê Xaneqînê hatiye dinê. Wê sala 2013´an mastira xwe di hunerên bedew de çêkir. Ew hîna jî li Akademiya Hunerên Bedew perwerde dibe. Heta niha gelek pêşangehên wê yên solo çêbûne. Ya herî dawî li Galerie BOA (Oslo) û li Muzeya Huner a li Nord-Trøndelag (Namsos) bi rê ve çûn. Wê di gelek pêşangehên komî de jî cihê xwe girt.
Du kurtefilmên wê yên bi navê Diljîn (9 deqîqe û 4 saniye, 2019) û Mecîd (7 deqîqe û 34 saniye, 2019) hene.
OSLO