NY’yê Tirkiye teşhîr kir
Şemî 11 Mijdar 2023 - 00:12
- Parêzer Cengîz Yureklî li ser biryara tevdîrê ya NY’yê ya ji bo Rêber Adullah Ocalan: Bicihanîna vê biryarê ji bo demokrasî û azadiyên li Tirkiyeyê pirr krîtîk û girîng e.
ÎBRAHÎM IRMAK / MA / STENBOL
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Cengîz Yureklî têkildarî girîngiya miracaeta ji bo Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê û bicihanîna vê biryarê axivî.
Yureklî bi bîr xist ku tecrîd 25 sal in didome û got, “Di rewşa heyî de têgeha tecrîdê ji bo vegotina rewşa li Îmraliyê têr nake. Rewşa tecrîdê ya li Îmraliyê, rewşa ‘incommunicado’ (agahî negirtin) ye. Yên ku ji bo Îmraliyê ev têgeh cara ewilî bi kar anîn, ne em in, lê CPT ye. CPT di sala 2016’an de çû serdana Îmraliyê û rapor amade kir. Ev têgeh bi kar dianî û digot, ev rewş nayê qebûlkirin.”
Êşkence û miameleya xerab
Yureklî destnîşan kir ku di dîrokê de rêveberiyan her tim hewl dane belge û delîlên êşkenceyê tine bikin û got, “Lê li Îmraliyê rewşeke berevajî heye. Êşkence û miameleya xerab a li Îmraliyê bi biryarên dadgehê, cezayên disiplînê û qedexekirina hevdîtinên bi parêzeran re dikevin meriyetê. Ti aliyê hiqûqî yê vê rewşê nîne û xwe nasipêre ti metna hiqûqî. Di tespîta xwe ya berê de CPT’yê gotibû, ‘Ev qedexeyên serdanan bi temamî ji bo xapandinê ne. Di mewzûata neteweyî ya Tirkiyeyê de bingehekî vê yê qanûnî tine ye. Her wiha li dijî peymanên navneteweyî û mafên mirovan ên gerdûnî ye.’”
Miracaetê NY kirin
Parêzer Yureklî da zanîn ku ji ber AYM’ê (Dadgeha Destûra Bingehîn a dewleta Tirk) daxwaza “tevdîrê” red kir û agahî ji miwekîlên xwe negirtine, wan di 22’yê Tîrmeha 2022’yan de bi daxwaza tevdîrê, miracaetî Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê kir û wiha peyivî: “NY’ê ev daxwaza me qebûl kir. Komîteyê di 6’ê Îlonê de daxwazên me ji hikûmeta Tirkiyeyê re şandin û xwest ku birêz Ocalan û girtiyên din kîjan parêzerî bixwazin, bikarin pê re hevdîtinê bikin. Di vê mijarê de pêşketinek çênebû, lewma komîteyê di 19’ê Çileyê 2023’yan de ev biryara xwe dîsa ji hikûmeta Tirk re şand. Lê dîsa jî ti tişt çênebû.”
Biryar teşhîra navneteweyî ye
Yureklî, anî ziman ku biryar, di rewşên îstîsnaî de tê dayîn, lewma gelekî girîng e: “Ev biryara komîteyê ne biryara dawî û teqez e. Piştî ku nivîsên bi komîteyê re û hevdîtin bi dawî bûn, wê di nava pêvajoyê de biryara teqez were dayîn. Ev biryara nihaî, ji biryara tevdîrê cudatir e, lê biryara tevdîrê di her rewşê de wisa bi hêsanî nayê dayîn. Biryareke pir îstîsnaî ye û di rewşên xeter de tê dayîn. Dema li ser biryarê tê axaftin, heke rewşên ku telafîkirina zirarên wê mumkin nebe û rewşeke jêveneger hebe, ev biryara tevdîrê tê dayîn. Ango lezgînî û girîngiyeke wê ya wiha heye.”
Yureklî got, biryar xwe dispêre têkiliyên dîplomatîk û şirîkatiya bi dewleta alî re, lewma xwedî hêza pêdankirinê ye: “Girîngiya wê ya herî mezin ew e ku li dijî hikûmetên ku mafên mirovan ên heyî, qanûnan û peymanan îstîsmar dikin, raya giştî têxin nava liv û tevgerê. Bi taybet jî pêşiya pratîka mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî vedike, êşkenceyê tespît dike û vê di qada navneteweyî de teşhîr dike.”
Neçar e biryarê pêk bîne
Di dewamê de Yureklî anî ziman ku Tirkiye neçare ku li gorî biryarê tevbigere û got, “Nexwe, wê bandorê li ser karnameya mafên mirovan a Tirkiyeyê bike. Gelek mekanîzmayên NY’ê salane raporan amade dikin. Ev rê li ber zexta dîplomatîk vedikin. Çiqasî otorîter jî bin, ti rêveberî naxwaze navê wan bi êşkenceyê were bihîstin. Ji bo ku hiqûqa Tirkiyeyê ber bi demokrasî, aştî, azadî û mafên bingehîn ve biguhere, ev biryara komîteyê gelekî krîtîk e. Divê ji bo bicihanîna vê biryarê her kes dengê xwe bilind bike.”