NY: Êrişa li dijî Kobanê sûcê şer e
Duşem 17 Cotmeh 2022 - 03:01
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û kiryarên wê yên li herêmên dagirkirî di çarçoveya sûcên şer de ne û careke din bang li welatan kir da ku welatiyên xwe ji Wargeha Holê bigirin.
Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora Sûriyeyê ya ku xwe dispêre lêpirsînên li herêmê û ji 1’ê Çile heta 30’ê Hezîrana 2022’yan, beriya Rûniştinên Mafên Mirovan ên 51’emîn ên NY´ê eşkere kir.
Serokê Komîsyona Lêpirsînê Paulo Pinheiro û edamên komîsyonê Hann Magally û Lznn Welcham civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Serokê Komîsyona Lêpirsînê Paulo Pinheiro got, Sûriye nikare şerekî nû hilgire û derbarê raporê de nirxand û got, “Sûriye nikare şerekî berfirehtir hilgire, lê dibe ku welat ber bi vê rewşê ve biçe.”
Paulo Pinheiro diyar kir li Sûriyê binpêkirinên mafên mirovan û alozî zêdetir bûye û bal bire ser gef û êrişên ku Tirkiye li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.
Di raporê de tê gotin, li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê sûcê şer tê kirin: “Sivîlên tê îddîakirin têkiliya wan bi hêzên Kurd û Rêveberiya Xweser re heye, bi awayekî kêfî tên binçavkirin, êşkence li wan tê kirin û hinek ji wan piştî ku tên binçavkirin tên windakirin. Aqûbeta hinek kesan jî nayê zanîn. Jinên tên binçavkirin û girtin jî êrişên cinsî dibin ser wan.”
Di raporê de hate gotin, li qadên di bin kontrola Tirkiyê de heger binpêkirinên mafan werin kirin, berpirsê vê Tirkiye ye:“Artêşa Tirk û çekdarên wê ji bo armancên xwe yên leşkerî milkên sivîlan bi kar tînin. Wekî mînak ji 2020’an ve tê astengkirin ku şêniyên Kurd ên gundê Dawûdiyê yê herêma Serêkaniyê vegerin warên xwe, mala gelek kesan hate hilweşandin. Artêşa Tirk milkiyeta taybet desteser dike û mafê tazmînatê yê gundiyan tine dihesibîne, ev jî binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye.”
Di raporê de qala êrîşa di 8’ê Çileyê 2022’yan de ya li Kobanê jî hat kirin. Di vê êrişê de kesekî jiyana xwe dest da û 12 kes jî birîndar bûn. NY’yê got, ji bo ku mirov bibêje ev êriş di çarçoveya sûcê şer de ye sedemên maqûl hene.
Di raporê de qala êrişên ku Tirkiye bi dronên biçek dike jî hate kirin û hate gotin, di van êrişan de kesên sivîl dibin hedef.
NY´ê careke din bang li welatan kir da ku welatiyên xwe ji Wargeha Holê bigirin.
Ev rapor wê di 22’yê Cotmehê de li Ofîsa Cenevreyê ya NY’ê wê pêşkêşî Rûniştinên Mafên Mirovan ên 51’emîn were kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN