Kovara Nûbiharê hejmara xwe ya 165’an derxist. Di hejmarê de dosyayeke bi navê “Zimanê Kurdî: Quo Vadis?” heye.

Nivîskar û akademîsyenên weke Abdûllah Încekan, Îbrahîm Bor, Jan Îlhan Kizilhan, Tevfîk Bayram, Şehmûs Kûrt, Reha Rûhavîoglû, Prof. Dr. Joanna Bochenska, Prof. Dr. Geoffrey Haig, Prof. Dr. Christpoph Schroeder û Miradxan Şemzînan bi nivîsên xwe di dosyayê de cih girtine. Her wiha edîtoriya dosyayê jî Abdûllah Încekan kiriye.

Ji bilî vê dosyayê gelek nivîs û helbest di vê hejmarê de hene. Salih Kevirbirî derbarê dengbêj Feyzoyê Rizo yê ku beriya bi demeke kurt koça dawî kir, nivîsiye. Rohat Alakom behsa bibîranînên hunermend Aslîka Qadir kiriye. Ji bo 100 saliya komara Tirkiyeyê Mûrad Celalî nivîsek li ser hin nivîskarên Tirk ên di dîroka komarê de nivîsandine lê behsa Kurdan nekirine, Şiyar Silêmanî li ser Hişyarê Serdî yê beşdarî Tevgera Şêx Seîdî bûye, Cîhan Roj li ser mihafezekariya Nûbiharê û weşangeriya Kurdî ya van salên dawî nivîsiye.

Her wiha Nîhat Gultekîn, Îbrahîm Bûlak, Rojen Barnaz, Berken Bereh û komek navên din jî bi helbest û nivîsên xwe di vê hejmarê de cihê xwe girtine. 

*Bi Latînî “Tu bi ku ve diçî?”

NAVENDA NÛÇEYAN