Kovara “Nûbihar Akademî” di sala xwe 8’an de bi hejmara xwe ya 15’an derket.

Edîtoriya kovarê tîne ziman ku ew haziriya revîzyoneke bingehîn dikin û dil dikin ku nirxên weşana xwe ya akademîk bihêztir bikin da ku rola xwe ya navneteweyî baştir bilîze.

Edîtorê kovarê Abdurrahman Adak li ser pêvajoya derketina kovara “Nûbihar Akademî” got, “Kovara ‘Nûbihar Akademî’ di encama vebûna beşên Kurdolojîyê yên li zanîngehên Tirkîyeyê bi mebesta piştgirîya akademîya Kurdî û bipêşxistina zanista Kurdolojîyê bi hevkarîya weşanxaneya Nûbiharê û hin akademîsyenên Kurd di sala 2013’an de wek kovara yekem a Kurdolojîyê ya li Tirkîyeyê dest bi weşana xwe kiribû. Em di wê bawerîyê de ne ku Nûbihar Akademî di heft salên xwe yên rabirdûyê de wek pêşengeke qada xwe di akademîya Kurdî de roleke erênî û girîng lîstîye.”

Adak destnîşan kir ku ew dê ji vir şûnde derîyê kovarê ji bo vekoler û akademîsyenên ku di vekolînên xwe de zimanên Farisî û Tirkî bi kar tînin re jî vekin.

AMED