Akademiya Hunerên Film û Televizyonê ya Ingilîzan (BAFTA) xelatên sala 2021’an bi merasîmekê belav kirin. Merasîm li paytexta Ingilîstanê Londonê li salona konserê ya Royal Albert Hallê hat lidarxistin.
Merasîma îsal ji ber pandemiyê bê temaşevan hat lidarxistin û tenê kesên pêşkeşvan bi awayekî fîzîkî beşdarî merasîmê bûn. Kesên berendam û yên xelat girtin, online tevlî merasîmê bûn. Di şeva merasîmê de filma Nomadland tevî xelata filma herî baş çar xelat wergirtin û mohra xwe li merasîma îsal da. Derhênera filma Nomadland Chloé Zhao piştî xelat wergirt got, “Em vê xelatê diyarî kesên koçber dikin. Wan em bi comerdî qebûl kirin û xeyalên xwe bi me re parve kirin.”
Xelatên BAFTAyê û xelatgirên wê yên îsal li jêr in:
Filma Herî Baş: Nomadland
Belgefilma Herî Baş: My Octopus Teacher
Anîmasyona Herî Baş: Soul
Derhênera Herî Baş: Chloé Zhao
Lîstikvana Herî Baş: Frances Mcdormand – Nomadland
Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş: Anthony Hopkins – The Father
Lîstikvana Alîkar a Herî Baş: Yuh-Jung Youn
Lîstikvanê Alîkar ê Herî Baş: Daniel Kaluuya – Judas and The Black Messiah
Stêrka Nû: Bukky Bakray
Filma Ingilîzan a Herî Baş: Promising Young Woman
Muzîka Resen a Herî Baş: Soul
Senaryoya Resen a Herî Baş: Promising Young Woman
Derhênerê Dîmen ê a Herî Baş: Nomadland