Nirxandina romana Melayê Cizîrî

Nûçeyên Forum

Duşem 27 Çile 2025 - 00:31

OSMAN KAPAN

Di serî de dibêjin dest û dilê mamosta Osman Kapan xweş û sax bin, ji ber ku ev roman li ser nirxeke Kurdan ê di warê edebîyatê de di pileya herî bilinde ye nivîsiye, ji dil û can pîroz dikim.

Wekî em dizanin şert û mercên zindanê gelek zor û zehmet in, nemaze kesê di zindanê de ji ber doza Kurdî hatibe cezakirin, ewqas din li gorî mehkumên ji rêzê di bin mercên giran de dijîn. 

Derûniya zindanê bandora xwe li ser; rewş û tevger, rabûn û rûniştin, axaftin û guhdarîkirin, têkiliyên bi heval rêvebirên zindanê re, dan û standin, guman û bêgumaniya derketina derve ya mirovê di zindanê de gelek kûr û dûr dike. 

Îcar heke ew kesê mehkum demek dirêj ceza hildabe ew derûnî hêj gelek girantir dibe û gelek nexweşiyan jî bi xwe re tîne. Lê kesên ji bo baweriya xwe cezayên giran standine, li gorî wê baweriya xwe dîsa tevdigerin û hewl didin kar û xebatekê derxin holê. Ango xwe bernadin xetê de.

Em dibînin ew can û ciwanên me dema dikevin zindanê hin ji wan nizanin navê xwe jî binivîsin lê dema derdikevin derve wek zanîngeh kuta kiribin, jîr û zana dibin. 

Diyar e mamosta Osman Kapan jî yek ji van kesa ye, ligel hemî neyînî û bêderfetiyên di zindanê de jî lêkolîneke berfireh li ser Melayê Cizîrî kiriye. Tevn û bingeha romanê gelek xweş hûnaye.

Kar û barên qerekterên romanê tevlîhev nebûne û xwîner jî xwe wekî qerekterekê di nava romanê de dibîne.

Ew gund û herêmên derdora Cizîrê û Botan yekoyek jiber kirine. 

Wek gundên Serdehlê, Qesirkê, Dêrgulê, Tilêla, Kereşa, Findik, Xendek, Finikê, Basa û hwd. baş zanîne.

Wê demê ava Dîjleyê xwe heta li kîjan deverên Cizîrê dida û difitilî, wê demê Cizîr çawa wekî nîvgiravekê bû, li ser çemê Dijle re însan û heywan çawa bi kelekan derbas dibûn, li kîjan herêm û bajaran medrese û melayên jîr û navdar hebûn, feqîtî û debara feqiyan çawa bû, cilûbergên wê demê yên mela; feqî, mîrekan û mirovên ji rêzê çawa bûn, şevbêrkên li Birca Belek dihatin lidarxistin, dengbêjî û girîngiya dengbêjiyê, işq û evîna Mela ya keça mîrê Heskîfê Selma ya mecazî û hwd gelek xweş aniye zimên. 

Ligel işqa Selmayê keçeka mîrekên Cizîrê jî bi navê Keça Biskkesk li wê işqa îlahî zêde kiriye.

Ji ber ku jiyana min a biçûkatiyê li wan deveran derbas bûye, ez jî wan deveran baş dizanim.

Xweş tê bîra min di navbera zarokên taxa Kelehê û Cûdî de belasebeb  herdem şer û pevçûn derdiketin. Nivîskarî ev jî gelek xweş vegotiye.

Dîsa behsa Hekarî, Amediyê, Amedê, Heskîf'ê kiriye ku Melayê Cizîrî li van deveran feqetî kiriye, li Heskîfê melatî kiriye.

 Ez bawer im wê çaxê alimên herî jîr û navdar li wan deveran hebûn, ew jî xweş anîne zimên.

Nîqaşên li ser tesewufê yên di navbera melayan de gelek xweş honandiye. 

Mela dixwaze Nûra Nûranî di helbestên xwe de bi wehdetulwucûd bide fêmkirin.

Nivîskarê hêja wek melayekî bi pisporî Nûra Nûranî vegotiye.

Melayek hesûd heye ku helbestên Melayê Cizîrî guhdarî dike û wek helbestên xwe dide nîşandan, lê Melayê Cizîrî dema pê dihese û bi helbestekê wî poşman dike û dide tobê.

Nivîskar ev jî gelek xweş hûnaye.

Têkiliyên di navbera Mela Silêmanê Hekarî, Kalê Xelefê êzîdî û Şêx Emerê melayê Amediyê de hostetiyeke gelek xweş bi kar aniye. (Ev her sê kes bira ne. Didu melayên navdar in yek jî Êzidî ye).

Şêx Emer dema navê kalê Xelef ji Feqî Ehmed dibihîse, henekê xwe pê dike û wê gavê nabêje Xelef birayê min e. Heta demê wê yê guncav tê, paşê dibêje Kalê Xelef û Mela Silêman birayên min in û çîroka malbata xwe û biratiya kalê Xelef û Mela Silêman dibêje. 

Ev mijar jî wek weşbîniya di navbera baweriyan de, di kesayeta kalê Xelef û birayê wî yê mela de gelek xweş hûnaye.

Hevaltiya Melayê Cizîrî û Umadedîn gelek xweş hûnaye. 

Di warê rastnivîs û rêzimanî de jî ji bilî çend tewangan, dikarim bêjim nêzikî bêqusûriyê ye û her Kurdê Kurmanc bi hêsanî dikare bixwîne û jê fêm bike.

Ev rexneyên erênî bûn. Bêguman hêj gelek rexneyên erênî yên din jî hene....

Îca ez ê li gorî zanîna xwe hin rexneyên nerênî jî bêjim.

Dema Ehmed diçe feqîtiyê, gotiye: bavê wî Şex Muheme û dayîka wî Eyşê heta Ehmed ji ber çavan winda bû lê nêrin û paşê bi xemgînî vegeran mala xwe.

Lê heke nivîskar gotibûya: şêx Miheme û Eyşê kurê xwe Ehmed li kelekê siwar kirin heta wî aliyê Dîjleyê ji ber çavan winda bû û bi xemgînî vegeran mala xwe, baştir dibû. Çimkî wê demê pir tunebû, rêwî bi kelekan ji çemê Dîjleyê derbas dibûn. Ji xwe nivîskar behsa derbasbûna bi kelekan kiriye.

Mihebeta di navbera Feqê Teyran û Melayê Cizîrî jî hinekê pirole kiriye. Min ew dostî samîmiyeta Melayê Cizîrî û Feqê Teyran şiband dostaniya Mevlana û Şemsê Tebrizî. Ji ber ku Mevlana û Şemsê Tebrizî jî di odeyekê de bi rojan bi tena serê xwe mane, ji ber hindê gelek behs û gotegot li ser wan hatine kirin. Heta li gorî hin gotegotan di navbera Mevlana û Şemsê Tebrizî de têkiliyên zayendî jî rû dane û ji ber hindê kurê Mevlana Şems daye kuştin an jî bi xwe kuştiye.

Hewcedarî pê tunebû, nivîskar Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran herduyan bi tena serê xwe bi şerbikê şerabê  di hicrikekê de bi rojan û hefteyan bihêle û xwîner şaş fêm bike. 

Belê rast e, Melayê Cizîrî di helbestên xwe de bi wateya alkolê gelek behsa amûrên mey, şerab, şerbik, piyale, saqî, cam, noş û hwd kiriye. Lê Mela ev peyvên han wek metafor, mecaz û şibandina serxweşiya işqa îlahî kiriye. Ango qesta Mela batinî ye, ne zahiri ye.

Lê mixabin nivîskarê me yê hêja ev nav û amûrên alkolê şaş wekî rastîn dayê nîşandan. Ev jî bûye sebeb ku Mela û gelê Cizîrê şûna avê mey bi wan daye vexwarin. 

Xwezî weşanxaneyê an edîtorê pirtûkê li ser vexwarina meyê bi nivîskarî re ketibûna têkiliyê û ev mijar sererast kiribûya! 

Lê ev nekiriye.

Di helbestan de jî şaşî hene. Xwezî edîtorê pirtûkê li ber dîwana Mela sererast kiribûna!. Ew derfetên edîtor hebûn, sererast bike lê nekiriye.

Ligel hemî û şaşî rastiyan jî vê romanê li hemî wêjehezan tewsiyê dikim. Hêjayî xwendinê ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.