Nikarin me ji Rêbertiyê qut bikin

Şemî 14 Îlon 2024 - 00:35

Bi pêşengiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi sedan xelkê Reqayê li dijî pergala êşkenceyê ya ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, meşek li dar xist.

Di meşê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê û partiyên siyasî jî amade bûn.

Meşê ji pêşiya Nexweşxaneya Kevn a Zarokan dest pê kir û li Qada Jina Azad veguherî mîtîngê. Li vir berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Buseyna Ebdo axivî. Buseyna anî ziman ku ji 25 salan ve dewleta Tirk a dagirker di nava bêdengiya rêxistinên navneteweyî û CPT’yê de pergala êşkence û qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne.

Buseyna diyar kir ku paradîgmaya Rêbertî ji şer û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê re çareserî ye û got:"Dewleta Tirk a dagirker çi bike jî nikare ramanên azad li ser gelên azadîxwaz qut bike. Rêbertî projeya neteweya demokratîk, yekitiya gelan, wekhevî û edaletê pêşkêş kirin. Bi saya ramanên Rêbertî jinan mafên xwe nas kirine û di tevahî qadan de rola xwe pêk tînin. Em jinên azad ên Zenûbiya erka me ew e ku bi rêya teşhîrkirina siyaset û pêkanînên sîstematîk ku dewleta Tirk a dagirker dimeşîne, Rêber Abdullah Ocalan biparêzin. Em soza xwe nû dikin ku em ê heya azadiya fîzîkî her tim têbikoşin û li ber xwe bidin." Di dawiya de dayika şehîd Xelef El Boş, Îtab El Kurdî helbestek li ser Rêber Abdullah Ocalan xwend.

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.